Wê qesir bê girtin
Piştî aşkerakirina beyannameya HDP’ê ya hilbijartinê, Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bersiv dan pirsên rojnamevanan.
Piştî aşkerakirina beyannameya HDP’ê ya hilbijartinê, Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bersiv dan pirsên rojnamevanan.
Piştî aşkerakirina beyannameya HDP’ê ya hilbijartinê, Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bersiv dan pirsên rojnamevanan. Li ser pirsa wê çavkaniyên ji bo xalên di beyannameya hilbijartinê de derbasî pratîkê bibin ji ku derê bên, Yuksekdag got, “Çavkanî hêza me ya ku heta îro hatiye xespkirin e.”
Beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê ku bi mirov bi meraq û heyecan li bendê bûn, ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve li Navenda Çandê ya Mustafa Kemal hat aşkerakirin. Piştî aşkerakirina beyannameyê bi sedan kesên li salonê bi çepik û tiliyan beyanname silav kirin. Li ser pirsa wê çavkaniyên ji bo xalên di beyannameya hilbijartinê de derbasî pratîkê bibin ji ku derê bên, Yuksekdag got, “Çavkanî hêza me ya ku heta îro hatiye xespkirin e. Beriya her tişt, em ê di butçe û xerçkirinên dewletê de di asta navendî de polîtîkaya teserûfê pêk bînin. Ji bo astengkirina îsrafê û têkoşîna li hember nelirêtiyê divê mirov destpêkê makîneyên hejmartina pereyan ên zarokên siyasetmedaran û qutiyên pereyan desteser bike."
Li ser pirsa polîtîkaya teserûfê jî Yuksekdag got, “Ez mînakeke balkêş a teserûfê bidim we. Girtina qesrê. Em ê qesrê bigirin.”
EZ JI KESÊN DIFIKIRIN DENGAN BIDIZIN RE DIBÊJIM BILA NEFIKIRIN
Li ser pirsa bendê jî Yuksekdag got, “Jixwe me bend di hişan de derbas kiriye. Di rêyên xwezayî de ne mimkun e HDP bendê derbas neke. Lê di siyaseta Tirkiyeyê de gelek rêbazên ne xwezayî derdixin holê. Di vê çarçoveyê de desthilatdariya siyasî dikare mudaxeleyî sindoqan bike û komployeke ku HDP’ê bikişîne bin bendê çêbibe.”
Demîrtaş têkildarî hejmara dengan jî ev hişyarî da: “Piştî hilbijartin bi dawî bibe, wê ji aliyê wezîfedarên HDP’ê ve karûbarên hejmartina dengan û tespîta wan bên kirin. Ev encamên hilbijartinan beriya bigihêjin Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)’ê wê di destê HDP’ê de bin. Em ji vir bang dikin, Eger kesên dikirin girtek û dengan bidizin hebin bila nefikirin.”