Wê DOKH di salvegera komkujiya Parîsê de li qadan be
Wê DOKH di salvegera komkujiya Parîsê de li qadan be
Wê DOKH di salvegera komkujiya Parîsê de li qadan be
Meclîsa Jinan a DOKH'ê ya Mêrdînê dê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ku têde 3 jinên Kurd hatin qetil kirin çalakiyan li dar bixin. Çalakî wê di 3'ê Çileyê de destpê bikin û di 9'ê Çileyê de jî bi dawî bibin.
Meclisa Jinan a Tevgera Jina Azad a Demokratîk(DOKH) ya Mêrdînê der barê çalakiyên ku wê ji bo diyarbûna berpirsên komkujiya li Parîsê ku têde Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin bên lidarxistin de, li avahiya Navendî ya BDP'a Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Rêveberên BDP'a Mêrdînê Hasîbe Mengirkaon, Makbule Okmen, Seroka BDP'ê ya navçeya Artukluyê Hatîce Kalkan û Namzeta seroka şaredariyê ya BDP'ê ya Rişmilê Nilufer Elikyilmaz amade bûn.
SALEK DERBAS BÛ, HÎN KUJER NEHATINE DIYARKIRIN
Ji Reveberên BDP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengirkaon li ser navê jinan daxuyanî da û diyar kir ku jinên Kurd li dijî mêtîngeriya ku li ser tê meşandin singê xwe kirîne çeper. Mengirkaon destnîşan kir ku sê jinên Kurd di encama "Komployeke navneteweyî de" de hatin qetilkirin û got ku tevî salek li ser komkujiyê re derbas jî bû hîn jî kujerên wê ne hatine diyarkirin. Mengirkaon da diyarkirin ku heta kujer neyên diyarkirin wê li qadan bin.
Çalakiyên ku li Mêrdînê bên li darxistin wiha ne:
Di 3'yê Çileyê de li navçeya Artuklu Taxa Saraçoglu, di seat 18:00'an de meşa meşaleyî wê ber bi Nîsêbînê ve pêk were. 5'ê Çileyê de li Stewr û Dêrikê meş, li avahiya BDP'a Midyatê panel. 6'ê Çileyê li Kerboranê meş. 7'ê Çileyê li Mehsertê û Rişmilê sînevîzyonê bê nîşandan û daxuyaniya çapameniyê bê dayîn. 8'ê Çileyê li navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî ya li Nisêbînê çalakiya bîranînê. 9'ê Çileyê li Qada Azadî ya Qoserê meşa fînalê dê pêk were.