Washington Post: Tirkiye bi encamên şaşiyên xwe re rû bi rû ye

Washington Post: Tirkiye bi encamên şaşiyên xwe re rû bi rû ye

Rojnameya Washîngton Postê bal kişand ser desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan û got, "bi encamên hesabên xwe yên şaş re rû bi rû ye."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû roja Duşemê diçe Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE). Washîngton Post beriya sedana Davûtoglû nûçeyek weşand û polîtîkaya Tirkiyê ya li ser bingeha destekkirina çeteyên El Qaîdeyê dimeşîne, rexne kir.

Rojnameyê diyar kir ku Tirkiyê di mijara Sûriyê de "hesabên şaş ên cidî kir" û destnîşan kir ku niha jî bi encamên vê şaşiyê re rû bi rû ye.

Di nûçeyan ji Kîlîsê de hat ragihandin ku cara yekê ye El Qaîde di nava sînorê NATO'yê de bicih bûye û cih da van gotinên rayedarekî Tirk ê navê wî nehat aşkerakirin: "Encama Tirkiyê dixwest, ne ev bû. Ez bawerim ku niha her kesî fêm kiriye ku ev komên radîkal problemeke çiqasî mezin e."

Di nûçeyê de hat îdîakirin ku di hevdîtina meha Gulanê ya navbera Obama-Erdogan de lîderê DYE gazin li Erdogan kiriye ku ji bo pêşî li derbasbûna şervanên biyanî bigire, hewldaneke têrker nayê kirin.