Waliyê Wanê Hevserokê Bajêr kire ‘milîtanê rêxistinê’!

Li Wanê 35 kes ji bo ku vegerin ser kar serî li dadgehê dan. Walîtiya Wanê belgeyeke nivîskî ji dadgehê re şand. Vê belgeyê derxiste hole ku siyasetmedarên Kurd çawa hatine deqkirin.

35 kesên ku li Şaredariya Mezin a Wanê dixebitîn lê qeyûmê ew ji kar avêtin, ji bo ku vegerin ser karê xwe doz li Dadgeha Kar vekirin. Di rûniştina dawî de qeydên lêpirsînê hatin hişkerekirin, bê ka çima welatî ji kar hatine avêtin. Hemû personelên şaredariyê yên ku ji kar hatine avêtin, li gel ku li ser wan ti hikm tine jî, bi hinceta ku xizmên wan ‘milîtanên rêxistinê’ ne û nasên wan di nav eniya PKK’ê de ji kar hatine avêtin.

Di nav nav kesan de hin jê, ji bo ku nasên wan endamên TUYAD-DER’ê ne, ji kar hatine avêtin. Xebatkarê şaredariyê M. Salih Îtah, ji ber ku birayê wî Mûsa Îtah ê siyasetmedar Hevseroktiya Bajêr a BDP-DBP’ê kiriye ji kar hatiye avêtin û ji bo Mûsa Îtah ‘milîtanê rêxistinê’ hatiye gotin.

Di nav van xebatkarên şaredariyê de yên ku ji kar hatine avêtine, hinek jê ji ber ku qeyda wan a SGK’ê heye, hinek jê ji bo ku bavê wan tevlî çalakiya Wijdan û Adaletê bûne, hinek jê ji ber ku nasên wan endamên TUYAD-DER’ê ne ji kar hatine avêtin.