Waliyê Eskîşehîrê gef li nûçegîhanê Radîkalê xwar!

Waliyê Eskîşehîrê gef li nûçegîhanê Radîkalê xwar!

Hat ragihandin, Waliyê Eskîşehîrê Gungor Azîm Tûna ji ber nûçeyeke wî ya der barê doza Alî Îsmaîl Korkmaz ê hat qetilkirin de gef li nûçegîhanê rojnameya Radîkalê Îsmaî Saymaz xwar. Walî ji Saymaz re got, "Tu dîsa rehet nasekinî (...) Binê erdê jî heye ji bîr neke, taliyê em li wir hevdu bibînin."

Nûçegîhanê rojnameya Radîkalê, ku nêrîna Waliyê Eskîşehîrê Gungor Tûna ya li ser dîtina doza der barê bûyera qetilkirina Alî Îsmaîl Korkmaz a li derveyî bajêr de kir nûçe, ji Tûna e-peyamek wergirt. Hat ragihandin ku Tûna di peyamê de ji Saymaz re gotiye, "Ji xwe hûn hem dozger, hem dadger, hem jî parêzerin" û hişyariya "Tu dîsa rehet nasekinî" daye Saymaz.

Li gorî rojnameyê Walî Tûna îdîa kiriye ku gotina wî ya li kanaleke TV de gotibû "Wan li hev xistin" ji aliyê nûçegîhanê Radîkalê ve hatiye berevajîkirin û ji Saymaz re gotiye, "Tu di her firsendê de bi namerdî vê dûbare dike."

Di peyama ku îro serê sibê saet di 03.56'an de ji navnîşana fermî ya e-peyam a "[email protected]" de Walî Gungor Azîm Tûna bi gotina, "Cezayê girtiyê yê bêdawî jî têra we nake. Eger tu careke din bi heman rengî şîroveyê bike û mijarê bikar bîne, tu adî û bêşeref e. Ji bîr neke, binê erdê jî heye, emê taliyê li wir hev bibînin" gef li Saymaz xwar.

Alî Îsmaîl Korkmaz di 2'ê Hezîrana 2013'an de li Eskîşehîrê bi lêdanê hat qetilkirin.