Walî: Em destûrê nadin li Taksîmê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin

Walî: Em destûrê nadin li Taksîmê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu diyar kir ku, îsal destûrê nadin ku Karker li Qada Taksimê 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê pîroz bikin.

Piştî rêxistinên kedê diyar kirin ku, dê îsal bi tevlîbûnek xurttir li Qada Taksîmê ya Stenbolê 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê pîroz bikin, Waliyê Stenbolê Huseyin Avni Mutlu û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyin Çapkin li Taksimê daxuyanî dan çapemeniyê. Waliyê Stenbolê Mutlu diyar kir ku, ji ber li Taksimê projeya rêwîtîbûnê heye îsal destûr nadin ku karker li Qada Taksimê cejna xwe pîroz bikin. Mutlu da zanîn ku, ji ber projeyê qada Taksîmê ne pêkane û teqez destûr nadin pîrozbkahiyê. Mutlu diyarkir ku, dê li derdora qadê tedbîrên mezin bigirin û teqez destûr nadin ku li Qada Taksîmê pîrozbahî bê kirin.

Mutlu da zanîn ku, dê 3 hezar hêzên çevîk ji bajarên derdorê sewqî Stenbolê bikin.