"Vekişîn bi serkeve dê pêngava duyemîn destpê bike"

"Vekişîn bi serkeve dê pêngava duyemîn destpê bike"

Civînên gel ên ji aliyê BDP û KCD'ê ve bi boneya gel tev li pêvajoyê bikin û bêtir nerîn, daxwaz û pêşniyarên gel bistînin hatine destpêkirin didomin. Li Cizîr, Şemzinan û Bazîdê civînên gel pêk anîn. Di civînên gel de Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku ger vekişîn serkeftî bi encam bibe dê pêngava çareseriyê ya 2'emîn dest pê bike. Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtanê jî anî ziman ku her welatiyekî li qada mîtîngê têkoşerê azadiyê ye. 

Kongreya Civaka Demokratîk KCD û Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo piştgiriyê bidin pêvajoyê bi şîara "Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" dest bi civînên gel kirin. 
Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê bi vê şîarê li Qada Newrozê ya Taxa Sûrê civîna gel pêk anî. Endamê Meclisa BDP'ê Nîyazi Çevirim, endam û rêveberên BDP'ê amade bûn. Dîsa ji gel bi piranî jin gelek kes amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Çevirim, axivî û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya nû daye destpêkirin û wiha got: "Gelê kurd êdî dê daxwazên xwe û mafê xwe di qada civakî û siyasî de biparêzin û ji bo mafê xwe yên demokratîk têkoşînê di qada siyasîe de pêş bixin." Civînê bi pirs û bersîvan berdewam kir. 

BAZÎD 

Rêxistina BDP'ê li herema Serhedê jî bi heman armanc û siloganê li Bazîdê mîtîng pêk anî. 

Di mîtînga ku Bazîdê pêk hat de Serokwekîla Koma BDP'e Pervin Buldan, Parlamenterên BDP'ê Mulkiye Birtane, Halîl Aksoy, Endamê Meclisa BDP'ê endam û rêveberên BDP'ê amade bûn. 

Heyete BDP'ê di mîtînga Bazîdê de rastî eleqeyek mezin hat. Heyet ewil çû gundê Qerece û derbasî Bazîdê bû. 

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, axaftin kir û wiha got: "Birêz Ocalan dibêje lazim e ku têkoşîn û siyaset bi têkoşîna aqil pêş bikeve. Divê em êdî siyaseta sivîl bidin destpêkirin. Her kes ji berê bêtir li pey daxawzên Birêz Ocalan in. Her kes ji berê bêtir daxwazên Birêz Ocalan diparêzin. Em dixwazin mafên me yên gerdûnî di qada navneteweyi de bên naskirin. 

Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, jî Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr anî û da zanîn ku her welatiyekî li qada mîtîngê kom bûne têkoşerê azadiyê ne û wiha axivî: 

"Me bedelên giran dan. Divê her kes li van bedelên xwe xwedî derkevin. Divê her kes hêzê bide projeyên Ocalan. Birêz Ocalan dibêje me pêvajoya nû da destpêkirin. Ew dê li aliyê din tekoşînê berdewam bikin. Em jî dê li vê qada siyasî têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê em her kes di vê pêvajoyê de Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad têxin meriyetê. Ciwanên Azad, Jina Azad û Civaka Azad bi Rizgariya Demokratîk pêkan e. Divê 4 perçeyên Kurdistanê di hiş û dilê me de yek perçe be. 

VEKIŞÎN BI SER BIKEVE DÊ PÊNGAVA DUYEMÎN DESTPÊ BIKE

Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî anî ziman ku lazime her kes di vê pêvajoyê de baldar û hestyar tev bigerin û wiha got: 

"Divê êdî hikûmeta AKP'ê û hêzên leşkerî gavên çareseriyê bavêjin. Divê ew jî bi qasî me baldar tev bigerin. Ger ku ev pêngava vekişînê serkeftî bi encam bibe dê gava duyemîn a pêvajoyê dest pê bike. Di vê pêngava duyemîn de dê gavên zagnî û makeqanûnê bên avakirin. Dê beramberî bedela ku Birêz Ocalan ji bo azadiyê daye bên stendin. Ji bo ku ev bedel vala neçin divê êdî dewlet û hikûmet gavan bavêje. Kurdan gelek bedelên mezin dan. Hatin binçavkirin û girtin. Hatin kuştin. Niha zarokên kurdan weki şerevanên azadiyê bi çekên dest xwe li çiyê ji bo mafên xwe têkoşîna mafên azadiyê şer dikin." 

ŞEMZÎNAN 

Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê jî civînên gel berdewam dikin. Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê li taxa Moda civîna gel pêk anî. Di civînê de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê, KCD, MEYA-DER, KURDİ-DER û nûnerên saziyên sivîl ên civiakî amade bûn. Li vir jî pevajo hat nirxandin û civînê bi pirs û bersîvan berdewam kir.