Vê carê buroya HDP'ê ya Findikliyê rastî êrîşê hat

Êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê, ku di rojên dawî de zêde bûn vê carê li navçeya Rîze Findikliyê rû da. Êrîşkaran hewl dan buroyê bişewitînin, lê bi hewldana welatiyan agir hat vemirandin.

Êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê, ku di rojên dawî de zêde bûn vê carê li navçeya Rîze Findikliyê rû da. Êrîşkaran hewl dan buroyê bişewitînin, lê bi hewldana welatiyan agir hat vemirandin.

Li navçeya Rîze Findikliyê, ber destê vê sibehê saet di 03:00 de, êrîşkaran paceyên buroya HDP'ê ya hilbijartinê şikandin û agir berdan buroyê.

Welatiyên li derdorê yên bi şewatê hesiyan dest li bûyerê werdan û şewat vemirandin. Lê belê li avahiya zerara madî ji ber şewatê rû da.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Rîzeyê Tûrgay Kose der barê bûyerê de agahî da û destnîşan kir ku ev êrîş ji êrîşên li Enqere û Serîkê cuda nîne.

Kose got, "Piştî ku Serokkomar û Serokwezîr diaxivin buroyên me yên hilbijartinê rastî êrîşan tên. 4 roj berê jî nameya gefê danîbûn ber derê buroyê û alên partiyê jêkiribûn. Tevî ku me ev rewş ji cihên pêwendîdar re ragihand jî qeymeqam ti tedbîr negirt. Êrîşa pêk hatiye, êrîşeke munferît nîne."