Ûkraynayê siyasetmedarê Kurd Saît Akgul rasdestê Tirkiyeyê kir
Ûkraynayê siyasetmedarê Kurd Saît Akgul rasdestê Tirkiyeyê kir
Ûkraynayê siyasetmedarê Kurd Saît Akgul rasdestê Tirkiyeyê kir
Dewleta Ûkraynayê siyasetdarê Kurd Saît Akgul ê ku ji mijdara 2009 ve li girtî bû, êvara pênçşemê radestê îstîxbarata dewleta Tirk kir.
Piştî salvegera damezrandina PKK’ê ya sala 2009, siyasetmedarê Kurd Saît Akgu ji aliyê îstîxbarata Ûkranyayê ve hatibû binçavkirin û piştî ku çar salan di girtîgehê de ma, roja 25’ê nîsanê radestê dewleta Tirk hate kirin.
Akgul piştî ku hate binçavkirin, salek û nîv li bajarê Odessayê hate girtin û piştî derxistin pêşberê dadgehê, biryara dirêjkirina dema girtina wî hate dayin. Meqamên Ûkraynayê bêyi ku tu daxuyaniyekê bidin Akgul radestê Tirkiyeyê kirin.
Siyasetmedarê Kurd Akgul ku sala 1958’ê li Amedê ji dayi bûye, bi hinceta ku endamê PKK’ê bûye biryara girtinê derbarê wî de hatibû dayin û neçar mabû ku biçe derveyê welat.