Turkdogan: Pêwîste tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî salvegera 5'an a bidawîkirina 'pêvajoya çareseriyê' ya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013 û 2015’an de hat birêvebirin û bi destpêkirina şerê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir civîna çapemeniyê li dar xist.

Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hat. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û ewilî ev pirs kir: "Qedexeyên derketina derve hêj didomin. Hêj li navçeya Sûrê kuçe û taxên qedexekirî hene, hûn bi vê dizanin gelo?"

Turkdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de dest pê kir û di sala 2015’an de hat bidawîkirin ji xelkê piştevaniyek mezin werdigirt. Turkdogan behsa pêjajoya hat bidawîkirin kir û wiha got: "Ciwanên şoreşger dixwestin alîkarî bibin Kobanê. Lê bombe bi wan ve teqandin. Piştre li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin. Piştre jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şer dest pê kir. Îro salvegera 5'emîn a vî şerî ye. Pêvajoya şer bi bombeberana dijwar a li ser Qendîlê dest pê kir."

Turkdogan ji roja şer dest pê kiriye û heta îro hin bûyerên girîng û binpêkirinên mafan di nava tomariya ÎHD’ê de cih digirin belav kir û got di nava vê pêvajoya pênc salên dawî de 5 hezar 365 însan jiyana xwe ji dest dane û gelek bûyerên girîng qewimîne.

Turkdogan got ew ê ji bo aştî, demorkasî û mafê mirovan her têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Pêdiviya Tirkiyê bi pêvajoyek nû ya aştiyê heye. Em dixwazin pêvajoya di sarincê de derxin. Pêwîste tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe û pêvajoyek nû ya çareseriyê were destpêkirin."