Turkdogan: HDP'ê baweriya bi xwe zêde kir

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir, HDP'ê baweriya xwe nû kir, ku di nava zext û zordariyê de jî dikare têkoşîna xwe ya siyasî li qadan, li kolanan bimeşîne.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan 'Meşa demorkasiyê ya li dijî darbeyê' ya HDP'ê ji ANF'ê re nirxand û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e pirsgirêkeke destûra bingehînî heye û destnîşan kir, her kesên alîgirê mafên mirovan divê piştgiriyê bide bernameya HDP'ê ya ji bo jinûve avakirina demokrasiyê.

Turkdogan diyar kir ku desthilatdarî 5 sal in bi rengekî kêfî tevdigere û got, "Diviyabû HDP'ê li dijî vê bêhiqûqiya li hemberî partiya xwe, li dijî parlamenterên wê tên kirin nîşan dabûya. Di dema şewbê de jî şaredarî hatin desteserkirin û qeyûm lê hate bicihkirin. Yên ku timî qala demokrasiyê dikin diviyabû bi tundî li ber tayînkirina qeyûman rabûnyan. Li Tirkiyeyê mixabin ji bilî HDP'ê partiyeke ku mûxalefeteke xurt dike nîne. Partiyên mûxalefetê tenê rexne dikin. Bi salan e em hînî rexneyan bûne; Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî hemû rexneyan li Tirkiyeyê dikin. Ji vê gotina rexneyê êdî em bêzar bûne."

MÛXALEFET GELEK CARAN DIBE PALPIŞT

Hevserok Turkdogan bi bîr xist ku ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve pêvajoyeke nû ya şer dest pê kiriye; êrişên leşkerî yên li Sûriyeyê û şerê dijwar hemû nîşaneya demeke nû ya şer e. Turkdogan got, "Bloka heyî ya desthilatdariyê li ser vê yekê ava bûye. Vê blokê hin armancên siyasî daniye pêşiya xwe. Beşeke girîng a mûxalefetê mixabin lawaz dimîne. ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de bi rengekî eşkere li ber şer ranabin, tim û tim dibin palpiştê desthilatdariyê. Ji ber vê yekê jî partiyên mûxalefetê nikarin bi bandor bibin. Halbûkî di hilbijaritnên 2019'an de AKP-MHP li pêş çavan têk çûn."

BENDEWARÎ JÎ ZÊDE YE ZEXT JÎ

Turkdogan diyar kir ku bendewariya ji HDP'ê zêde ye, lê di heman demê de zext jî zêde ye û bi bîr xist ku nêzî 10 hezar endam, rêveber an jî dengdêrên HDP'ê hatin girtin, girtiyên siyasî ne. Turkdogan destnîşan kir, di demên wiha de ya ku divê bê kirin ew e ku demokrasî û aştiyê bînin bîra gelên Tirkiyeyê û got, "Tirkiyeyê ji sala 2015'an û pê ve gelek tişt winda kir. Em timî bi bîr dixin; li welatên ku şer lê diqewime zehmet e ku demokrasî pêk were. Di demên wiha de divê şert û mercên rawestandina şer bên afirandin û baweriyê bidin gel ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk dikarin bên çareserkirin. Ev meş wê xizmetê ji vê yekê re bike. Tirkiye êdî veguheriye dewleta partiyekê."

EM NEÇAR IN KU AŞTIYÊ BÎNIN

Turkdogan bal kişand ser zext û zordariya di dema meşê de li HDP'ê hate kirin û got, "HDP'ê baweriya xwe nû kir, ku di nava zext û zordariyê de jî dikare têkoşîna xwe ya siyasî li qadan, li kolanan bimeşîne. Em neçar in ku aştiyê bînin vê derê."