Turkdogan: Bilez pêwîste bi Ocalan re muzakere bên destpê kirin

Turkdogan: Bilez pêwîste bi Ocalan re muzakere bên destpê kirin

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di 16'emîn Kongreya Giştî ya ÎHD'ê de axivî û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê bi polîtikayên xwe armanc dike ku tevger û siyaseta kurdan têk bibe û perçe bike. Turkdogan anî ziman ku, AKP di vê mijarê de negihiştiye armanca xwe û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi lezgîn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakere bên destpêkirin.”

16'emîn Kongreya ÎHD'ê li Sahneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê didome. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rêveber û delegeyên ÎHD'ê, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Nîhat Matkap, Parlementerê BDP'ê yê berê Akin Bîrdal, Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP'ê Yuksel Mutlu, Endamê Meclîsa BDP'ê Ferhat Encu, Parlementerê BDP'ê Murat Bozlak, Rojnameger-Nivîskar Ayhan Bîlgen, Bavê Şerzan Kurt ê ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da Omer Kurt, Sekreterê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Îmam Canpolat, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Alîkarê Serokê Giştî yê FIDH'ê Yusuf Alataş û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn.

‘BI LEZ PÊWÎSTE BI OCALAN RE MUZAKERE BÊN DESTPÊ KIRIN’

Pişti axaftina vekirinê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr hate salonê. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axaftinkir û diyar kir ku, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên pêwîst nehatiye avêtin. Turkdogan anî ziman ku, armanc û hedefa partiyên siyasî yên îxtîdarê tevger û siyaseta kurdan perçe bikin û belav bikine û wiha got: "Pirsgirêk tênê bi muhatabê wê re bê çareserkirin. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin divê berî her tiştî gavên mayinde bên avêtin Piştî gavên aştiyê divê qadek ji bo azadiyê bê vekirin. Divê bi lezgîn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê girtin re hevdîtin pêk bê û muzakere destpê bikin. Divê AKP û BDP şert û mercên muzakereyan ava bikin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin demokrasî pêş nakeve."

'DI SERDEMA AKP'Ê DE BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛ'

Turkdogan destnişan kir ku, heta daxwazên Kurdan ên statu û nasnameyê neyên qebûlkirin pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê nayên çareserkirin. Turkdogan xwest modela Xweseriya Demokratik jî bê niqaşkirin. Turkdogan da zanîn ku, di serdema AKP'ê de binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Di serdema AKP'ê de komkujiya Roboskiyê pêk hat û 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Li gel 11 meh derbaz bun hêj kujer û berpirsyar nehatin dîtin. Girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber mirinê. Ev berxwedan di dîrokê de nehatiye dîtin. Dîsa bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev çalakiya grevê bi dawîe bû."

'EM DÊ BI GUHERTINA RÊZIKNAMEYÊ KOMKUJIYÊ NAS BIKIN'

Turkdogan destnîşan kir ku, ew dê bi guhertina rêziknameya ÎHD'ê komkujiyên neyî nas bikin û qebûl bikin û wiha got: ÎHD bi salane ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li kolanan çalakiyan pêk tîne. Heta ku Tirkiye peymana windayan îmze bike, ev têkokîna me dê berdewam bike. Em dê heta dawî qêrîna Dayîkên Şemiyê parve bikin û hêz bidin wan."

DIVÊ HEVRÛBÛN JI 1908'AN DE DESTPÊ BIKE

Turkodogan xwest lêpirsîn û hevrûbûna komkujiyê Dêrsimê ji sala 1908'an destpê bike û sûcên komkujiyê, îşkenceyên li zindanan, komkujiya li hemberî elewiyan û sûcên din wekî sûcê komkujiyê bên zanîn.

BOZLAK: BI KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ GELÊ KURD HATE QETILKIRIN

Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak jî bal kişand ser komkujiyên li hemberî kurdan û wiha got: "Akin Birdal rasti êrîşa çekdarî hat. Dema ez endamê DEP'ê bûm ez jî rastî heman êrîşan hatim. Tevgera gelê Kurd jî bi salane rastî komkujiyan tên. Herî dawî li Roboskiyê komkujî pêk hat. Ev komkujî li hemberî gelê Kurd pêk hatiye. Wekî di sala 1938'an de li Dêrsimê komkujî pêk hat û niha jî li Roboskiyê komkujî pêk hatiye.

DAYÎKÊN ŞEMIYÊ PIŞTGIRÎ DAN

Serokê Dîwanê Akin Bîrdal biboneya 400'emîn hefteya çalakiyên Dayîkên Şemiyê ji bo piştevanî û piştgiriyê hemû delege li derveyê salonê vehewandin çalakiya rûniştinê. Çalakiya rûniştinê ya li dervê salonê ku 5 deqîqeyan pêk hat, Serokê Giştî yê ÎHD'e Ozturk Turdogan diyar kir ku, wekî her demê niha jî piştgiriyê didin dayîkên şemiyê.

'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU JI BO ROBOSKIYÊ NOBETÊ BIGIRIN'

Piştî çalakiya rûniştinê Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen destnîşan kir ku, polîtîkayên binçavkirin, girtin, ceza û perçekirinê berdewam dike û xwest hekû kesên mafê wan tê binpêkirin li hemberî vê polîtîkayê hêza we bikin yek û têbikoşin. Ozgen bang li her kesî kir û xwest di 28 29'ê Kanûnê de her kes li Roboskiyê nobetê bigire. Serokê Komeleya Giştî ya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bûlbul jî axivî û xwest herî her tiştî arşîv ên vekirin û hesapê paşerojê bê pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku, li herêmê û Tirkiyeyê hêj mirov tên kuştin û ji ber ku mirov difikirin û siyasetê dikin tên binçavkirin û girtin. Bîlîcî da zanîn ku, dema li Tirkiyeyê têkoşîna mafên mirovan didin pir zehmetiyê dikişînin.

Kongre bi xwendina raporên xebat û lêçûnê berdewam dikin.