Turk û Yuksek Êzidiyên li Otogara Mêrdînê ziyaret kirin

Turk û Yuksek Êzidiyên li Otogara Mêrdînê ziyaret kirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek û parlementerên HDP’ê Êzidiyên li otogara Mêrdînê bi cih bûne ziyaret kirin.

Hevşaredarê  Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk,  Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel û gelek kesên li gel wan Êzidiyên li Otogara Mêrdînê bi cih bûne ziyaret kirin.

Ahmet Turk ê li vir axaftineke kurt kir, bal kişand ser girîngiya Şengalê û got ku pêwîst e Êzidî neçin Şengalê li welatê xwe bimînin. Turk wiha dewam kir, "Eger gelê Êzidî Şengal terk bike wê, çand, ziman û ola xwe bikujin. Lewma divê Şengal vala nemîne.”