Turk: Seyid Riza nîşaneya berxwedanê ye
Turk: Seyid Riza nîşaneya berxwedanê ye
Turk: Seyid Riza nîşaneya berxwedanê ye
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk di merasîma bîranîna komkujiya Dêrsimê de destnîşan kir, ku Seyid Riza nîşaneya berxwedanê ye. Turk got, em alîgirê aştiyê ne, lê emê ti carî serê xwe netewînin.
Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk, ji bo beşdarî merasîma bîranîna komkujiya Dêrsimê bibin hatin bajêr û li Pira Seyîdlî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Hevserokên KCD'ê bi karwaneke mezin ji vê derê çû navenda bajêr û li Meydana Seyid Riza bi gel re axivî.
Turk diyar kir, ku gelê Kurd dê ti carî êşa Dêrsimê ji bîr neke.
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk ragihand, ku Seyid Riza di dilê her mirovê Kurd de xwedî cihekî girîng e û weha peyivî;
"Ew nîşaneya berxwedanê, nîşaneya mirovbûyînê bû. Têkoşîna me ya îro têkoşîna azadiyê ye. Di roja me ya Îro de jî, ciwanên me hevalên me ji bo pêşerojeke azad berdêlên mezin dan. Em ji bo pêşerojeke lê êş û azarên çandî bawerî nîne, li ber xwe didin."
Ehmed Turk diyar kir, ku ew alîgirên aştiyê ne, lê li pêşberî zilmê ewê ti carî serê xwe netewînin.
Civînên Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk ên bi gel re, heta saetên dereng dewam kir û der heqê pêvajoya çareseriyê de jî bersiv dan pirsgên gel.