Turk: Heta me azad nebin gelê tirk azad nabe

Turk: Heta me azad nebin gelê tirk azad nabe

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di civîna têkildarî "pêvajoya çareseriyê" ya ji aliyê Polîtîkayên MEC'ê ve hate organîzekirin de axivî û wiha got: "Çareserî dualiye. Yek alî çênabe. Ger dê aştî li vî welatî pêkwere, em dê ji kesên aştiyê tînin re çepikan lêbidin. Ya girîng pêşeroja gelên me ye. Em bi vê hişmendiyê siyasetê dikin. Heta hem azad nebin gelê tirk azad nabe."

Civîna Polîtîk a MEC a têkildarî "pêvajoyê çareseriyê" li Otel Hîlton a Mêrdînê pêk hat. Nûnerên rêxistinên sivîl, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş tevlî civînê bûn. Turk di civînê de axivî diyar kir ku, ew ji bo Tirkiyeyê modela Mêrdînê dixwazin û wiha got: "Em Tirkiyeya kurd, ereb, suryanî, êzîd û ermenî bi hev re dijîn dixwazin. Em dixwazin ji hemû pirsgirêkên vî welatî re bi hişmendiya çandan weke dewletmendî dibîne nêzîk bibin."

'EM LI VIR TEKOŞÎNA MIROVAHIYÊ DIDIN’

Turk anî ziman ku, pêvajoya nû li ser bingehê demokratîk û siyasata demokratîk dê pirsgirêk bên çareserkirin, agirbest û hêzên çekdar derdikevin derveyî welat fersendeke û wiha got: "Em weke BDP heta dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ji bo pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareserkirin aliyê Kurd vîna xwe nîşan da. Divê durust bin. Dema behsa çareseriyê dikin dê daxwaz hebin. Ev têkoşînîn tenê têkoşîna azadiya kurda nîne ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Hêviya me azadiya hemû gelane. Heke ez azadiya gelê erep li ber çav negirtim ez ji mirovahiyê derketime. Em li vir têkoşîna mirovahiyê didin. Ji ber ku Kurd di noqteya çareseriyê de bi biryarin. Di pêvajoya aştiyê de kî paşve vegere dê zirarê bibîne. Divê hikûmet jî baş bizane ku heke ev pêvajo venegeriyê aştiyekî mayînd dê sibê dê yek wan bişîne cihê niha Ergenekon lêtê darizandin. Ji ber ku çareserî dualiye. Yek alî çênabe. Heke dê aştî ji vî welatî re bê em dê ji kesên aştiyê re çepikan lêbidin. Ya girîng pêşeroja gelên me ye. Em bi vê hişmendiyê siyasetê dikin. Heta hem azad nebin gelê tirk azad nabe."

Pişt re Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê Kadîr Yildirim axivî. Civîn bi axaftinên nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî bi dawî bû.