Tuncel: Zilaman sala 2011’an 257 jin, 14 zarok û 2 bebek kuştin

Tuncel: Zilaman sala 2011’an 257 jin, 14 zarok û 2 bebek kuştin

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku, yek ji cihên ku herî zêde li hemberî jinê tundî pêk tîne Tirkiyeye û wiha got: " Dewlet stargehên jinan yên xwe jî naparêzin. Di sala 2011'an de zilaman 257 jin, 14 zarok û 2 bebek kuştin.

Parlamentera Stenbolê ya BDP'ê Sebahat Tuncel bi boneya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Dijî Jinê li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Tuncel diyar kir ku, yek ji cihê ku herî zêde tundiya li hemberî jinê tê jiyankirin Tirkiyeye û qanûnên ku di parlamentoyê de hatine sererastkirin jî kêmin û " Mesele ne tenê qanûn derxistine". Tuncel her wiha dazanîn ku " Baweriya min bi wekheviya jin û zilam nayê" mînaka wê jî serokwezîre.

Tuncel destnîşan kir ku, bi vê ferasetê qanûnê ku tê derxistin jî diavêjin aliyekê. Lewre weke peymana li Stenbolê sererastkirinên qanûnê yên girîng hatin çêkirin. Tuncel destnîşan kir ku, dema feraset neyê guhertin tablo jî nayê guhertin. Tuncel di dirêjiya axaftina xwede wiha got: " Tirkiye di mijara wekheviya jin û zilam de di rêza 124'an de ye. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, tundî fîzîkî ji sedî 39 zêde bûye, sucê zayendî jî ji sedî 400 zêde bûye. Ji bona wê jî di sala 2011'an de zilaman 257 jin, 14 zarok û 2 bebek kuştine."

Tuncel bibîrxist ku, jin di nava malbatê de jî tundiyê dibînin. AKP xebatên ji bona parastina malbatê dike. Gelek jinên ku ji aliyê hevjîne xwe tundiy3e dibînin jî gelekin. Divê ku AKP polîtîkayên xwe yên ez ezitî li ber çavan re derbaz bike.

' BDP 25'Ê MIJDARÊ DÊ LI QADAN BE'

Tuncel wiha got: " Dewletê nikare jinên ku di stargehê wan de dijîn parastina wan bike. Jinên ku di stargehê dewletê de dijîn sedî 37,5 hatine kuştin. Tuncel anî ziman ku, êdî em naxwazin tabutê jinan hildin ser milên xwe. BDP roja 25'ê mijdarê wê li kolanan be. Di dawiya axaftina xwe de Tuncel pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegerekî bi pirsa BDP'ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo ku hevdîtinê pêk bîne serlêdanê wezareta dadê kiriye bivê pirsê Tuncel " bi girtiyan re hevdîtin bi destûra wezareta dadê pêk tê lê belê niha tu bersiv nehatiye. Hevdîtin wê siyaseta Tirkiyê têxe nava rehetiyê."