Tuncel Kurtîz hate oxir kirin
Tuncel Kurtîz hate oxir kirin
Tuncel Kurtîz hate oxir kirin
Cenazeyê hunermendê şano û sînemayê Tuncel Kurtîz ku roja borî li Stenbolê jiyana xwe ji dest da, weke ku wesiyet kirî, li Gundê Çamlibel ê li qûntarê Kazdaglarî hate defin kirin.
Kurtîz duh piştî merasima li Stenbolê, li Gundê Çamlibel ê girêdayî navçeya Edremît ya Balikesîrê hate veşartin. Bi hezaran kes tevlî merasima cenazebûn.
Kurtîzê 77 salî cenazeyê wî şeva din ji Stenbolê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Edremîtê û beriya bispêrin axê, birin mala wî ya li gundê Çamlibel ku 13 sal têde jiyan kir. Bi çepikan cenazeyê Kurtîz ji malê derxistin û piştî nimêja cenaze, ji bo defin bikin cenaze heya goristanê li ser milan birin.
Lîstikvanên weke Halît Ergenç, Kenan Îmîrzalioglû, Yilmaz Koksal, Berrak Tuzunataç, Okan Yalabik, Guven Kiraç, Cansu dere, Kivan Tatlitûg, Yîgît Ozşener, Riza Kocaoglû, Sarp Akkaya û her wiha şaredarên bajarokên derdor û nûnerên partiyên siyasî tevlîbûn. Di dema hilgirtina cenaze de sloganên “Her der Taksîm her der berxwedan e” hatin qîr kirin.