Tûncel ji bo gorên komî lêkolîn xwest

Tûncel ji bo gorên komî lêkolîn xwest

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, ji bo gorên komî li gorî Protokola Mînnesote bên vekirin, berpirsyar bên dîtin û edalet bicih were anîn ji meclîsê xwest komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, ji bo gorên komî li gorî Protokola Mînnesote bên vekirin, berpirsyar bên dîtin û edalet bicih were anîn ji meclîsê xwest komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.

Tûncer di pêşniyarnameya xwe ya ji bo Serokatiya Meclîsê de diyar kir ku ji bo pêkhatina aştiya civakî, rû bi rûbûna bi rastiyan şert e û got, "Vekirina gorên komî, aşkerakirina nasnameyan û cezakirina berpirsyaran, beşa herî girîng a rû bi rûbûnê ye."

Tûncel bal kişand ser îstatîk gorên komî ya ji aliyê ÎHD Şaxê Amedê ve hatiye amadekirin û got, "Hejmara gorên komî yên hatine vekirin 29, hejmara gorên komî yên tên îdîakirin 224, hejmara giştî ya goran 253 û hejmara mirovên hatine binaxkirin 3 hezar û 248 e."

Tûncel der barê hin gorên komî de agahî da û diyar kir ku beşeke mezin a gorên komî bi hewldanên rêxistinên mafên mirovan û malbatan hatine kifşkirin û got, "Lê belê hînê piraniya goran nehatine vekirin."

Tûncel ragihand ku gorên komî di dema xebatên înaşetê de derketine holê û anî ziman ku ev yek jî dibe sedem ku rêbazên nebaş tên bikaranîn.

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel diyar kir ku rêbaza vekirina gorên komî dûrî zanistiyê ye û ev daxwaz kir:

"Ji bo pêşî li pêkanînên kêfî yên ji ber valahiyên qanûnî bê girtin, divê tavilê Protokola Mînnesot ya Neteweyên Yekbûyî ku ji bo vekirina gorên komî hatiye amadekirin, bê qebûlkirin. Pêwîste li gorî vê peymanê lêkolîn û guhertinên qanûnî bên kirin. Her wiha bi avakirina komîsyoneke serbixwe re divê pêvajoyên vekirina gorên komî bên şopandin û li gorî Protokola Mînnesotte her qada kolandinê bibe qadeke huqûqî. Mîna ku li gelek deverên cîhanê tê dîtin û zanîn, divê li ser Komîsyona Heqîqatan zexta dewletê nebe û weke komîsyoneke ku şahid karibin bi awayekî ewle jê re biaxive, kar bike. Ji bo kolandina goran bi rêbazên zanistî bê kirin, divê tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê bên stendin. Ji bo gorên komî yên hatine tespîtkirni li gorî Protokola Mînnesote bê vekirin sererastkirinên qanûnî bên kirin, berpirsyar bên dîtin û edalet bicih were anîn, em avakirina komîsyoneke lêkolînê pêşniyar dikin."