Tûncel: A ku dîrokê dike dîrok berxwedan e

Sebahat Tûncel ji Girtîgeha Silivrî a Dorlêgirtî nameyek şand û got, "A ku dîrokê dike dîrok berxwedan e."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ji girtîgehê nameyek şand û di nameyê de bal kişande ser polîtikayên zext û zordariyê û berxwedana li dijî van polîtîkayan. Tûncel got, a ku dîrokê dike dîrok ji zilm û zordariyê bêhtir berxwedana li dijî van polîtîkayên zilm û zordariyê ye.

Tûncel wiha dewam kir:
"Em di demeke dijwar de ne. Lê di demên wiha de ya girîng ew e ku mirov xurt û bi moral be, hêviya xwe ya ji bo siberojê geş bike, hêviya ku têkoşîna me ya azadiyê û wekheviyê teqez wê bi ser bikeve mirov biparêze û vê baweriyê jî bi gel re par ve bike. Di hemû serdemên dîrokê de desthilatdar zext û zordarî li çewisandiyan, kedkaran û gelan kirine. Lê di hemû serdemên dîrokî de li dijî zilmê berxwedan jî çêbûne. A ku dîrokê dike dîrok ev nerazîbûn, ev helwest û ev berxwedan e. Ji bo vê jî pêvajoya ku em tê de ne, zexta li ser siyaseta demokratîk û bi taybetî jî polîtikaya zextê ya li ser partiya me DBP'ê divê ji vê hêlê ve were nirxandin."