Tulay Hatîmogûllari serdana gora Akalin kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari serdana gora parêzer Kemal Akalin kir.

HATÎMOGÛLLARI SERDANA GORA AKALIN KIR

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari serdana gora parêzer Kemal Akalin a li Karşiyakayê kir. Ji xeynî malbata Akalin û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), gelek sazî û rêxistinên civakî yên sivîl di serdanê de amade bûn.

‘LI HER DERÊ RASTÎ DIPARAST’

Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Dema ku ez nû hatim Enqereyê, min ew nas kir. Wî hemû temenê xwe diyarî têkoşînê kiribû, ti carî ji têkoşîna xwe ya şoreşger û demokratîk gav paşde neavêt. Parêzvanê mafên mirovan û şoreşger bû. Li her derê û li dijî her kesî rastî diparast.”