Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Tulay Hatîmogullari: Em bi hev re bi awayekî rêxistinî têkoşîna xwe bimeşînin

Tulay Hatîmogullari got, “Eger em karibin civakeke demokratîk bi rêxistin bikin, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk bînin, wê ev yek rê li ber têkoşîna kedê veke.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di axaftina xwe ya li korteja 1'ê Gulanê ya Kadikoyê de bal kişand ser ked, aştî û edaletê.

Tulay Hatîmogullari, behsa xizaniya mezin û mirinên ji ber kar ên li Tirkiyeyê rû didin kir û got, "Divê ewlehiya kar pêk were û dawî li mirina karkeran were."

Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê tevkariyê li têkoşîna kedê jî bike û got, "Eger em karibin civakeke demokratîk bi rêxistin bikin, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk bînin, wê ev yek rê li ber têkoşîna kedê veke.”

Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku li dijî sîstema kapîtalîst û rejîma otorîter dikarin hem têkoşîna kedê û hem jî têkoşîna maf, hiqûq û edaletê li ser hîmên xurtir bê meşandin û got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin.