Tulay Hatîmogûllari: Çi dikin bila bikin, HDP li ser piyan e!
Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari Orûç têkildarî gefên girtina partiya xwe got, "Çi dikin bila bikin, HDP li ser piyan e."
Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari Orûç têkildarî gefên girtina partiya xwe got, "Çi dikin bila bikin, HDP li ser piyan e."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari Orûç polîtîkayên ewlekariyê û şer ên Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Orûç gefa ji bo girtina HDP'ê, gef û zextên li ser siyasetmedarên HDP'î bi bîr xist û anî ziman ku desthilatdariya Erdogan Tirkiyeyê li salên 90'î vedigerîne.
'BERDÊLA POLÎTÎKAYÊN ŞER JI ALIYÊ GEL VE TÊ DAYIN'
Orûç destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê krîza aboriyê ye û diyar kir ku budçeya sala 2021'ê mîna her wextê ne ji bo gel, lê ji bo polîtîkayên ewlekarî û şer hatiye veqetandin.
Orûç işaret bi pêkanînên CAATSA yên DYE'yê yên li ser Tirkiyeyê jî kir û got, sedema van pêkanînan polîtîkayên şaş ên siyaseta derve ya Tirkiyeyê ye.
Orûç pêkanînên Yekîtiya Ewropayê jî bi bîr xist û wiha dewaem kir: "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li rojhilatê Derya Spî, Lîbya, Sûriye û Efrînê li pêş çavan e. Ji Efrînê gelê Kurd derxistin, li şûna wan jî cîhadîst, çeteyên selefî, DAÎŞ'î bi cih kirin. Paqijiyeke etnîkî kirin. Bi lêçûnên mezin di şerê Azerbaycan û Lîbyayê de jî çekdarên ji Sûriyeyê bi kar tînin. Berdêla siyaseta hundir û derve ya Tirkiyeyê ya li derveyî hiqûqê, berdêla rejîma faşîzan û zordar a Tirkiyeyê ji aliyê karker, kedkar û xizanên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelê Kurd ve tê dayin."
'JI ALIYÊ SIYASÎ VE NIKARIN PÊ'
Orûç her wiha ev bersiv da gefên girtinê yên li HDP'ê tên xwarin: "HDP partiyeke welê ye ku bi girtinê xwe gihandiye vê serdemê... HDP ji xeteke siyasî ya ku îradeya azad a avaniyên çep-sosyalîst û gelê Kurd nîşan dide ava bûye. Me berê jî girtina partiyan dît. Ji aliyê siyasî ve nikarin bi me.
Orûç got, "Li Meclîsê êrişî me dikin, li kolanan êriş dikin, hevalên me dixin girtîgehê, gefa girtinê dixwin. Bi Çakici gefê dixwin. Bi her awayî gefê dixwin, êriş dikin. Lê belê dîsa jî nikarin bi ser bikevin. Çi dikin bila bikin, HDP li ser piyan e."