Tûglûk di konferansa li Bernê de rola Ocalan vegot

Tûglûk di konferansa li Bernê de rola Ocalan vegot

Di konferansa bi navê ‘Di çareseriya pirsgirêka kurd de rola welatê bê alî’ a li Bern a Swîsreyê pêk ha de tecrubeyên Efrîkaya Başûr û Îrlandayê hatin nîqaşkirin.  Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî di konferansê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku Ocalan aktorê yekemîne û xwest pergala Îmraliyê bê rakirin.

Konferansa ku ji aliyê Rêxistinên Derveyê Hikûmetê (ONG) û Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Swîsreyê hate organîzekirin roja şemiyê piştî nîvroyê jî berdewam kir.  Piştî nîvro panelên ‘Di çareseriya pirsgirêka kurd de rola Swîsreyê’, ‘ Di çareseriya pirsgirêka kurd de stratejiya çareseriyê’ û ‘Di pirsgirêka kurd de Rola Ocalan’ pêk hatin.

Di konferansa ku kesayetên Rêberan hatin nîqaşkirin de bal kişandin ser girîngiya ‘pêvajoya demokratîk û hesabpirsîna ji paşerojê’. Parlamenter Sinn Fein, Conor Terence Murphy, şibandina di navbera Kurdistan û Îrlandayê vegot; “Mafê me yê siyasî tune bû, me ji bo van mafên xwe têkoşîn meşand.  Hêjî pisgirêkên ziman hene. Li Îrlandaya Bakûr hê jî zimanê fermî ne Îrlandayî ye. Em bi mîvanên xwe yên navnetewî re îngîlîzî diaxivin.”

ALÎGIR DIKARIN SERÎ LI SWÎSREYÊ BIDIN

Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa  jî bal kişand ser qanûna dij-terorê ya li Tirkiyeyê di meriyetê de ye û got: “Dema paradîgmaya dij-terorê tê avakirin bi hiqûqa navnetewî re didin xwarinê. Bi vê qanûnê Tirkiye, qanûnên gelê kurd bikartîne, binpê dike. Ev pirsgirêkek gerdunî ye.”

Parlamenterê Partiya Demokrat Sosyal a Swîsreyê Carlo Sammaruga jî balkişand ser rola Swîsreyê a di çareseriya pirsgirêka kurd de.

TÛGLÛK: OCALAN AKTORÊ SEREKE YE

Piştre Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî aixvî û rola Ocalan a di çareseriya aştiyê de vegot. Tûglûk wiha got: “Pirsgirêka kurd ne meseleyeke ji rêzê ye. Çareseriya xwe ferz dike. Kurdan di 20 salan de wenda kir lê di sedsala 21’ê de dê qezenc bikin. Em di zemîna rewa de dixwazin bêjin jiyaneke demokratîk û bi hevre û pêvajoyê bibin.”

Tûglûk bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Li wê çala Îmraliyê bi înad stratejiya çareseriya bi hevre jiyan bi hev re yekitî diyar kiriye. Muzakere û lihevkirin divê ji derveyê polîtîkaya îmha û înkarê bê meşandin. Alîgir divê bibin xwedî îrade. Kurdan îradeya xwe nîşan daye. Ocalan di şert û mercên ku zilman Nazî derbas kiriye de dijî. Lê ligel vê Ocalan îradeyeke fedekar derxist holê.  Sedema hevdîtina Dewletê ya bi Ocalan re jî sekna wî û îradeya wî  ye.”

DIVÊ EM PÊVAJOYA KU OCALAN BIGIHEHE AZADIYÊ AMADE BIKIN

Tûglûk da zanîn ku dewlet divê vê pêvajoyê wekê manewrayê nenirxîne û vê wek pêvajoyek stratejîk binirxîne. Tûglûk wih agot: “Divê li gorî şertên xebat û rola Ocalan mîsyon bê dayîn. Divê têkiliya Ocalan bi derve û parêzeran neyê qutkirin. Ocalan digot; ‘Ji min re dibêjin din ava hewzêde soberiyê bike, lê di hewzê de av tune’. Em dibêjin divê hewz tije av bibe û tecrîd rabe.”

Tûglûk anî ziman ku divê riya ku diçe azadiya Ocalan divê bê amadekirin û  got: “Divê girtiyên KCK’ê bên berdan. Ev pêngavek bi baweriye.  Divê operasyonên siyasî û leşkerî rawestin. Dema opersyon bidomin, darbe bidomin kes bawer nake.  Di encamê de divê hikûmet pêşiya vê pêvajoyê vebike. PKK û Ocalan  ji hev cuda nayê fikirîn. Ev ne mumkune. fêdeya wê jî tune. Şert û mercên aştiyê ji yê şer zehmetire.  Êdî niqaşa muxatabiyê hatiye rawestandin. Îradeya gel Ocalan nîşandaye. Bê Ocalan ev pêvajo pêşve naçe.  Em ji ber hestiyariya dostên xwe yên Swîsreyê jî spas dikin.”

Nûçeyên Têkildar:

- Di çareseriya pirsgsirêka kurd de tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin
- Aydar: Divê agirbesta dualî aniha bikeve dewrê