‘Tu jî tevlî hefteya 500'î bibe’
‘Tu jî tevlî hefteya 500'î bibe’
‘Tu jî tevlî hefteya 500'î bibe’
Dayikên Şemiyê vê hefteyê wê 500’emîn çalakiya xwe pêk bînin. Rewşenbîr û hunermendan ji bo çalakiya hefteya 500’î ya Dayikên Şemiyê pêk bînin banga piştgiriyê kirin.
Hunermend û rewşenbîrên di nava wan de Akin Bîrdal, Ahmet Aslan, Ferhat Tunç, Adîle Yadirgi, Eşber Yagmurderelî, Pinar Aydinlar, Rugeş Kirici û Suavî hebûn bi armanca ji bo çalakiya hefteya 500’î ya Dayikên Şemiyê bi armanca pirskirina aqubeta xizmên xwe yên winda û darezandina sûcdaran pêk tinin, ji bo banga piştgiriyê bikin li Şaxa ÎHD a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn.
ÇALAKÎ DIBIN QÎRÎNÊN DAYIKAN'
Di serî de Akin Birdal axivî û got ku ev 500 hefteye Dayikên Şemiyê di bin zor û zordariya de çalakiya xwe didomînin û wiha axivî: "Di salên 1990'î de li Kurdistanê gelek kes hatin windakirin. Di 1995'an de ÎHD li Enqereyê ava bû û çalakiya xwe ya yekemîn li vir kirin. Piştî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe yekemîn li Enqereyê destpê kirin li Stenbole jî li qada Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê û xizmên xwe ye winda dipirsin kirin." Bîrdal da zanîn ku ev 500 hefte ne Dayikên Şemiyê wijdan digerin û wiha berdewam kir: "Hin ji wan dayikan goreke ku kulîlkekê li ser deyne dixwaze. Ev 499 hefte ne êrîşa ku li ser dayika hatiye kirin wan ji dev doza ber neda."
'BANGAWAZIYA PIŞTGIRIYÊ'
Bîrdal bibîr xist ku dewleta ku dayika Berfo re hevdîtin çekiribû sonda ku kurê wê bibîne kiribû û wiha pêde çû: "Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da lê dewlet hê jî ev sonda ku ji dayika Berfo re daye bi cih neaniye." Bîrdal di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rewşenbîr û gelan kir û got ku vê hefteyê roja Şemiyê werin qada Galatasarayê û piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê. Piştî Bîrdal li ser nave rewşenbîran hunermend Adile Yadirgi daxuyanî xwend û wiha got: "Wexte ew dayİk li me dinerin zarokên xwe dibinin. Lê belê li vî welatî hin kes ku newêrin li çavên wan mêze bikin hene. Dayik dê vê hefteyê jî li aqûbeta zarokên xwe bigerin. Vê hefteyê tu jî were piştgirî bide Dayikên Şemiyê."
Piştî axaftinê daxuyanî bi dawî bû.