TTB'ê bîlonçoya 10 rojan aşkera kir: 4 hezar û 785 kes birîndar bûne

TTB'ê bîlonçoya 10 rojan aşkera kir: 4 hezar û 785 kes birîndar bûne

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kir ku di çalakiyên bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî ya li 13 bajaran 4 hezar û 785 kes birîndar bûne.

Çalakiyên bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî di roja 11’emîn de jî didome. Yekitiya Tabîbên Tirk bîlançoya der barê bîrîndarên di encama şîdeta polîsan de pêk hat aşkera kir.TTB’ê ji 6’ê hezîranê saet dji 20.00’an heta niha der barê rewşa nexweşdan de agahî da. TBB’ê da zanîn li 13 bajaran birîndar hene û hat diyar kir ku bi giştî 4 hezar û 785 kesî serî li nexweşxaneyan dane, birîndarî şewatên ji ber gaza bombeyî, bihndan û girtin, guleyên plastîk û birîndariyên çavan pêk hatine.

Hate diyar kirin ku heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 kes jî bi giranî birîndar bûne. 10 kesan çavê xwe wenda kiriye û 18 kesan jî travmaya serî derbas kirine.