BI DÎMEN

TRT li PDK'ê mikur hat

Ji dîrektorên polîtîkaya derve ya SETA'yê Can Acûn beşdarî TRT Haberê bû û li hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê mikur hat.

MIKURHATINA LI PDK'Ê

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê li gel veguhestina leşkerî ya li herêmê dewam dike. Dwleta Tirk gelekî hewl dide ku nerazîbûn li hemberî dagirkeriyê neyê nîşandan. Ji bo vê jî medya xwe ya şerê taybet xistiye nava liv û tevgerê.

Her roj ji bo rewakirina operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û sûcdarkirina PKK'ê weşanê dike. Yek ji armancên bingehîn ê vê weşanê jî ew e ku ji aliyê hiqûqî û dîplomatîk ve nehêle pirsgirêk rû bide. Ji bo vê jî gelekî hewl dide.

Yek ji van hewldanan jî doh li TRT Haberê hate kirin. Ji dîrektorên polîtîkaya derve ya SETA'yê Can Acûn dema ku li ser hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê agahî da, gotinên ku der barê PDK'ê de got, bû rojev.

Acûn der barê kiryarên hêzên taybet ên PDK'ê yên bi leşkerên Tirk re li herêmê dike agahî da û diyar kir ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyaye di serî de Garê li gelek qadan dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye. Her wiha mikur hat ku PDK'ê jî gund dane valakirin.

Acûn ji bîr nekir ku qala 'Projeya rê ya pêşvebirinê' ya Şengalê û Rojava bike û herî zêde tişta ku ji gotinên wî bal kişand, mikurhatina der barê PDK'ê de bû.

Acûn dema hewl da êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêmê rewa bike got, "Niha artêşa Tirk bi pêş ve diçe û pêşmerge jî hîn bêhtir piştgiriya lojîstîkî dide me."

Dema ku mirov bi baldarî li gotinên Acûn guhdarî bike, gelek detayên din tên dîtin ku nîşan dide PDK hîn bêhtir di nava vî karî de ye.