Tovên Şoreşa Rojava li Swîsreyê tên çandin!

Ji bo şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûn li herêma Mont-Soleîlê ya bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê ku weke qada tevgerên anarşîst ên navneteweyî tê naskirin, wê dar bên çandin.

Bandora Şoreşa Rojava ya li qada navneteweyî roj bi roj mezin dibe.

Komek ji ciwanên Swîsreyî ji bo bîranîna şervanên enternasyonalîst ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan wê li herêma Mont-Soleîl (Çiyayê Rojê) ya bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê li qada daristanî daran biçîne.

Saînt-Îmîr weke bajarekî ku di dawiya sedsala 19'an de malovanî ji avabûna tevgerên karker ên enternasyonalîst û şoreşger re tê naskirin. Niha jî weke navenda tevgerên anarşîst tê naskirin. Li vî bajarî demekê yek ji damezrînerên anarşîzma kolektîvîst Mîchel Bakûnîn û gelek yên mîna wî lê man, karên rêxistinî lê kirin.

Çandina daran wê 14'ê Îlonê bi merasîmekê dest pê bike. Her wiha malbatên şervanên enternasyonalîst ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan û hevrêyên wan jî wê tevlî merasîmê bibin. Wê navê "Daristana Şehîdên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava" li herêma ku dar lê bê çandin bê kirin.

Kolektîfa Mont-Soleîlê der barê merasîmê de bi sernavê "Daristanek ji bo şehîdên enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava" daxuyaniyek weşand.

'XWEDÎDERKETINA LI BÎRANÎNA WAN BERPIRSYARIYA ME YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şerê navxweyî de yê li Sûriyeyê gelên Rojava rabûn ser piyan, herêmên ji rejîmê û rêxistinên cîhadîst paqij kirin û hate gotin, "Ji gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Suryan û Êzidî bi hezaran ciwan ji bo avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ku xwe dispêre paradîmaya azadîparêziya zayendî ya demokratîk û ekolojîk şer kirin.
Bi rengekî ku li ruhê tûgayên enternasyonalîst ên li dijî faşîzma Spanyayê şer kirin bi sedan enternasyonalîst dan ser şopa şoreşgera Swîsreyî Barbara Kîstler, çûn Rojava, şoreş parastin û şer kirin. Bi dehan enternasyonalîst di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Windakirina wan ji bo me windahiyeke mezin jî be xwedîderketina li bîranîna wan berpirsyariya me hemûyan e. Wezîfeya me ye, ku em li daxwaz û armancên hevalên xwe yên di oxira wê de jiyana xwe ji dest dan bibin xwedî."

'EM Ê TOVÊN ŞOREŞA ROJAVA BIÇÎNIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji Rojava heta çiyayên Jûra guhertina avhewayê, sîstema me ya ekolojîk tê têkbirin. Guhertina avhewayê bandoreke giran li daristanan dike. Ji ber vê yekê ji bo parastina cureyên biyolojîk divê em darên nû biçînin. Ev daristan wê li Federasyona Jûra be ku di dawiya sedsala 19'an de şahidî ji avabûna tevgerên karker enternasyonalîst û şoreşger re kir. Em ê darên xwe li Mont-Soleîlê (Çiyayê Rojê) biçînin ku serketina li dijî tarîtiya faşîzmê sembolîze dike. Bi vê daristanê re em ê bîranîn û daxwazên şehîdên Şoreşa Rojava ku roj bi roj şoreş mezin dibe, biparêzin."