Tosûn: Em bi saya Ocalan li kolanan in
Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn a di ‘Hevdîtina Demokrasiyê’ de axivî got: “Eger ku îro jin tên ba hev û li kolanan in, bi saya Ocalan e.” li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir.
Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn a di ‘Hevdîtina Demokrasiyê’ de axivî got: “Eger ku îro jin tên ba hev û li kolanan in, bi saya Ocalan e.” li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê, di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê" de beriya faruma ku di 27'ê Tîrmehê de li Qada Gundogdu lidar bixin, bi Dayikên Aştiyê re kom bûn. Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Îzmirê kom bûn. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun û Huda Kaya jî di nav de gelek Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn. Piştî li salonê taştê xwarin Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur, dayikên Aştiyê dawetî Foruma ku li Qada Gundogdu lidar bixin kir.
‘EM BI SAYA OCALAN LI KOLANAN IN’
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 800’emîn de didome û wiha got: "Têkoşîna dayikan gelek girîng û bi wate ye. Divê her kes li têkoşîna dayikan xwedî derkevin. Birêz Ocalan dibêje 'Heta ku jin Azad nebe civak azad nabe'. Ji ber vê yekê em gotina wî esas digirin. Eger îro jin bi hev re li kolanan têdikoşin, bi xêra Birêz Ocalan e. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di serî de li ser jinan, li ser hemû Kurdistanê dimeşînin. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin."
‘EM Ê LI QADAN BIN, DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’
Tosun, da zanîn ku Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo aştî û azadiya zarokên xwe têdikoşin û wiha lê zêde kir: “Divê her kes zanibe ku mamasoteya herî baş dayik e. Ti hêz nikare li pêş sekna dayikên me raweste. Desthilat pir ji dayikan ditirse. 5 sal in êrîşî HDP'ê dike. Ti partî nikarin di bin ew qas zext de rawestin. Em nizanin çend jin winda ne. Ji ber jin têdikoşin, ji jinan ditirsin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji tekoşînê bernedin. Em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
‘WÊ ZEXT Û ÊRÎŞ NIKARIBIN ME JI TÊKOŞÎNÊ BIKIN’
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî xwest her kes ji têkoşîna dayikan dersê bigirin û wiha got: "Jin hêz û motora têkoşînê ne. Di têkoşîna jinê de hêz û enerjî heye. Eger ked û dilê dayikên me tune be, wê têkoşîn û HDP li holê nemîne. Yê vê têkoşînê û partiyê ava dike dayik in. Îro hê jî gelê me li dijî zaliman têdikoşin û bi hevî ne. Desthilata AKP'ê polîtîkayên tirsê pêş dixe. Jin li qad û kolanan li ber xwe didin û vê polîtîka tirsê dişkînin. Jin tên cem hev û rê vedikin. Di vê rêya ku jin vedikin de mêr dimeşin. Îro jî wisa ye. Çiqas bixwazin hêz û têkoşîna jinan bişkînin jî wê nikaribin me ji têkoşînê vekişînin. Em bi hev re bi hêz in."