Tosun ê MLKP'î yê li Rojava jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Tosun ê MLKP'î yê li Rojava jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Tosun ê MLKP'î yê li Rojava jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Endamê MLKP'ê Serkan Tosun ê ku salek berê di şerê Rojava de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bibîranîn.
Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê endamê MLKP'ê Serkan Tosun ku di 14'ê Îlona 2013'an de di şerê li hemberî El-Nusra de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîranîn. Girseya ku di nava wan de malbata Tosun, endamên HDP û Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Azad hebûn gelek kes heta gora Tosun a li Goristana Gaziyê ye meşiyan. Di meşê de pankarta "Kesê li Rojava şehîd dikevin ji wan re hezar silav û rêheval Serkan di têkoşîna me de dijî" hilgirtin, bi alên YPG'ê re wêneyên Tosun hilgirtin û bênavber dirûşmayên "Şehîdên Rojava nemirin", "Bijî berxwedana Rojava" û "Serkan Tosun di têkoşîna me de dijî" berz kirin. Di meşê de bi yekdengî sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Girseyê qurnefîl danîn ser gora Tosun û ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê bavê Tosun Niyazî Tosun axivî. Tosun diyar kir ku Serkanek çû li şûna wî bi hezaran Serkan hatin û wiha got: "Serkan tenê ne şehîdê me ye, ew şehîdê Kurdistanê ye."
Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy jî anî ziman ku wî berê xwe da şoreşê û wiha pêde çû: "Serkan Tosun evîndarê şoreşê bû. Ew jî wekî Yilmaz Selçuk ji bo têkoşînê mezin bike berê xwe da çiya û Rojava. Jixwe wî bi zanebûn navê Yilmaz li xwe kir." Ulusoy bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têbikoşin.