Tornado yên Elman wê li dijî DAÎŞ'ê pênc mehên din jî bifirin

Tê gotin ku di mijara dirêjkirina dema wezîfeya leşkerên Elman ên di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de wezîfeyê dikin, hevparên hikumetê li hev kirine. Li gorî vê yekê destûrnameya nû ji bo salekê hate dirêjkirin.

Der barê leşkerên Elman ên li Urdun, Iraqê û Başûrê Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê hatine wezîfedarkirin, hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel destûrnameyeke nû amade kir. Detayên destûrnameya nû eşkere bûn. Ji hevkarên hikumeta koalîsyonê demokratên sosyal heta niha bi israr dixwestin ku destûrnameya di 31'ê Cotmehê de bi dawî bibe neyê dirêjkirin.

Li gorî agahiyan Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokratan a Xiristiyan (CDU) di destûrnameya nû de guhertin pêk anîne û biryar wergirtine ku dema wê dirêj bikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) leşkerên Elman ên ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan perwerde dikin dema wan a wezîfeyê wê heta Cotmeha 2020'î bê dirêjkirin. Her wiha balafirên çavdêriyê yên li Urdunê AWACS jî wê heta wê demê di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de wezîfeya xwe bidomînin.

Lê belê wezîfeya balafirên Tornado ji bo pênc mehan hate destnîşankirin.