TMMOB: Em xwedî li pîşe, gel û welatê xwe derdikevîn

TMMOB: Em xwedî li pîşe, gel û welatê xwe derdikevîn

Yeketiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyê, (TMMOB) di 34’emîn salvegera  19’ê Îlona Roja Piştevaniya  Endezyarî û Plangerên bajêr de li qada Gelatasarayê çewsidandinên li ser TMMOB’ê prodesto kirin. Endamên TMMOB bi bîrxistin ku endezyar yê gelin û wê di tû deman de serî li himber hikûmerê ne tewînin.

Di bin abluqeya Polisan de,  di bin banê pankarta “1979’an de hezar endezyar û mîmaran kar berda em ji dê berdin” endamên TMMOB’ê  kombûn.  Her tim dirûşmeyên   “Ji Projeyên  faşîzmê re na”, “Bijî berxwedana Taksîmê”, “Her der Taksîme, her der berxwedane”, “ Em pêşerojek bi ewle di xwazîn” û “TMMOB bê deng nebûye dê bê deng nebe” hatin avêtin û bang li hikûmetê hat kirin  ku destê xwe ji TMMOB’ê bi kişîne.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê  Koordînasonê TMMOB’ê Silêman Solmez ve hat xwedin. Di destpê de19’ê îlanê Roja Piştgira Mîmar û endezyaran piroz kir û Solmez da diyar dikirin ku  îro rojeke endezyaran û mîmarane  ji bo aborî û demokrasiyê dest bi kar berdane. 34’emîn salvegera  19’ê Îlonê ye.

GEL JI GOT ÊDÎ BESE

Solmez, da diyar kirin ku 19’ê Îlonê di hem demê de di welat de navê bêkariyê, hejariyê, zilmê û çewsandinê ye. Destnîşan kir ku, Mîmar û endeziyar pirsgirêkên xwe ji yên gel cûda nebîne. Destê xwe ji bo azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê dirêjî li herderê kiriye û got: “ Li himberî zordariya Parka Geziyê berxwdanekî  bi bertekên  demokratîk û rewa li her çar aliyê welat belav bûn û li qunexekî nû hatiye gerîn. Gel dest daniye li ser qedera xwe û gotiye  êdî  bese.”