TJK-E û KON-MED'ê ji bo festîvalan bang li jinan kirin
TJK-E û KON-MED'ê ji bo festîvalên li Leverkusen û Parîsê banga tevlîbûnê li jinan kirin.
TJK-E û KON-MED'ê ji bo festîvalên li Leverkusen û Parîsê banga tevlîbûnê li jinan kirin.
Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) ji bo Festîvala Jinan a Zîlan û Festîvala Fîdan Dogan-Rojbîn banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de jinên Kurd ên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê em bang li tevahiya gelê xwe, hêzên şoreşger-demokratîk û saziyên pêşverû dikin ku 22'ê Hezîranê Şemiyê tevlî 15'emîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin ku wê bi şiyara 'Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were.
Em li bendê ne ku dostên me hemû 23'ê Hezîranê Yekşemê li paytexta Fransa Parîsê tevlî Festîvala 3'emîn a Fîdan Dogan-Rojbîn bibin ku wê bi dirûşma 'Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' pêk were."
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) jî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir û diyar kir, "Di serî de hevserokên me yên jin ên meclîs û federasyonên KON-MED'ê, rêveberên me yên jin, endamên me yên jin, girseya jin, saziyên Kurdistanî hemû wê tevlî Festîvala Zîlan bibin."
KON-MED'ê bang li mêr û hêzên demokratîk ên li dijî sîstema serdest derdikevin kir ku xwedî li Festîvala Zîlan derkevin û bi rengekî bi heybet tevlî festîvalê bibin.