TJA'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Di daxuyaniya TJA'yê de ya li ser 4'ê Nîsanê hate gotin, "Birêz Abdullah Ocalan êdî ji şexsekî wêdetir bûye felsefeyek û lêgerîneke li rastiyê."
TJA'yê bal kişand ser tecrîda giran û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Mirovê têgihiştî ku nêzî çaryek sedsale li giraveke bêmirov hatiye hiştin li odeyeke biçûk di nava tecrîdeke giran de ye, berxwedana bi rûmet a kêm hatiye dîtin, dewam dike."
Di daxuyaniyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin û hate gotin, "Bi hêviya ku li siberojên azad, bi tilîliyên jinên ku rojê hiltînin, bi govendê em careke din dibêjin ku baş e tu ji dayik bûye, baş e ku tu heye."