TJA: Kirasê ku li Kurdan fesilandibûn, Roboskê bû
TJA diyar kir ku kirasê ku AKP’ê li Kurdan fesilandibû komkujiya Roboskê bû û got, ‘’AKP’ê li komkujiya Roboskê xwedî derket û tiştên ku li Roboskê kirin, li hemû Şirnexê hemûyî berbelav kirin’’
TJA diyar kir ku kirasê ku AKP’ê li Kurdan fesilandibû komkujiya Roboskê bû û got, ‘’AKP’ê li komkujiya Roboskê xwedî derket û tiştên ku li Roboskê kirin, li hemû Şirnexê hemûyî berbelav kirin’’
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber salvegera komkujiya Roboskê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
‘’Armanceke Kurdan, raya giştî ya demokratîk û dinyaya ûcdanê heye, ya ji têkoşîna ku berpirsên komkujiya Roboskê werin diyarkirin. Kirasê ku li Kurdan hatibû fesilandin, komkujiya Roboskê bû ku desthilatdariya AKP’ê pêk anîbû. Ku berpirsên vê komkujiyê bihatana diyarkirin û rexnedayina dîrokî bihatana kirin, planên komkujiyê yên li ser Kurdan dikarîbûn werin pûçkirin. Lê hikûmeta AKP’ê li komkujiya Roboskê xwedî derket û ev komkujiya li Roboskê li hemû Şirnexê berbelav kir. Jêrzemînên hovitiyên yên li Cizîrê ku em dikarin ji vê re bi dehan Roboskê bibêjin, navenda ku ev hovîtî pêk anîn, kirdeyên komkujiya Roboskê ne.’’
TJA diyar kir, ku berpirs werin diyarkirin, têkoşîna li dijî kevneşopiya komkuj a dewletê were dayin, hevrûbûna dîrokî pêk were, ev ê were wateya rawestandina polîtîkayên komkuj û got, ‘’em komkujiya Roboskê careke dî şermezar dikin û ji bo ku komkuj werin darizandin, têkoşîna hewce em ê bikin.’’