‘Tişta min li Hedadê dît Helebce bixwe bû’

‘Tişta min li Hedadê dît Helebce bixwe bû’

Hecî Ehmed Ebas ku di komkujiya gundê Hedadê de zarok û xizmên xwe winda kirin destnîşan kir ku, dema ew çûye serdana kurê xwe yê ku çend roj berê ji Lubnanê hatibû, bombebaran pêk hatiye û got: “Tişta min dît helebce bixwe bû.”

Di 14’ê Nîsanê de komên çekdar ketibûn gundê Hedadê yê girêdayî Tirbespiyê û piştre jî balefirên rejîma Sûriyeyê gund bombebaran kiribûn. Di bomberanê de 7 ji wan ji heman malê 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bibûn.

Ji malbata Ebbas, Seed Ehmed Ebas ku çend roj berê ji Lubnanê hatibû, hevjîna wî Nerîman herdû zarokên wan Dîlma Seed Ebas û Bihar Seed Ebas, xwîşkên Seed Dîlber û Şadya Ehmed Ebas, dotmama Seed Sade Ebdilqadir Îsmaîl di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Mezinê malbata Ebas Hecî Ehmed Ebas ku, di dema bombebaranê de li mala kurê xwe Seed Ehmed Ebas bû, ew roj ji ANHA’yê re vegot:

Hecî Ehmed Ebas da zanîn ku, di dema bombebaranê de li mala kurê xwe Seed bûye û wiha got: “Em rûniştî  bûn, çaxê me dengê firokan bihîst, min ji kurê xwe Seed re got ku, ji mal dernekevin. Dema ew derketin rokêtek li başûrê gund ku li nêzî cihê koma çekdare ket. Wê çaxê ji dengê teqînê qêrîna jin û zarokan biser gund ket.

Ehmed Ebas di derbarê komkujiya ku li başûrê gund di sehaya futbolê de çêbû û 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dan jî ev tişt anîn ziman: “Dema rokêta pêşî li nêzî gund ket, bûka min Nerîman ku di heman demê de biraziya mine, herdu zarokên xwe hilgirtin û li gel gelek gundiyan ber bi sehaya futbolê ve reviyan. Her çiqasî Seed jêre got ku nereve jî, lê ew çû û Seed da pey wê.”

Hecî Ehmed got, di dema komkujiyê de ew li nêzî cihê bûyerê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li pey zarokên xwe ketim, dema ew gihan sehaya futbolê  û ez çend metreyan nêzî wan bûm, min dît ku roketek li nava komê ket û teqiya. Ji tozê min tiştek li pêş çavên xwe nedît, ez di cihê xwe de rawestiyam. Piştî ku toz belav bû û seha li ber çavên min xuya bû, tişta min dît Helebce bi xwe bû. Qadeke tije laş û xwîna jin, zarok û kalan hebû. Min 9 laş li erdê dîtin.”

Hecî Ehmed Ebas anî ziman ku, dema nêzî komê bûye, cenazeyê Nerîman ê bê serî dîtiye, li pişt xwe jî cenazeyê kurê xwe Seed û herdu keçên xwe Dîlber û Şadiye dîtine. Ebas her wiha hevjîna xwe jî bi awayekî birîndar dibîne.

Hecî Ebas bang li siyasetmedarên Kurd kir ku bibin yek û pêşiya van komkujiyan bigirin.