Tirkiyeyê li dijî cenazeyên welatiyên Rojavayî hovîtî kir

Tirkiyeyê li dijî cenazeyên welatiyên Rojavayî hovîtî kir

Hate hînbûn cenazeyên 2 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ku di êrîşên komên çete yên Serêkaniyê de birîndar bibûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ya Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, rastî êrîşê hatine. Hate gotin ku wesleyên herdû cenazeyan hatine derxistin.

Welatiyên bi navê Bengîn Ebdulezîz û Avareş duh di pevçûnên li herêma Serêkaniyê ku piştî êrîşên komên çete destpê kiribûn de birîndar bibûn û ew rakiribûn Nexweşxaneya Serêkaniya Serxetê. Herdu welatî ji vir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Wêranşarê ya Rihayê. Lê herdu welatiyan li vir jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin ku doxtorên li vir pir dereng li birîndaran nêrîne, lewre gelek welatî li nexweşxaneyê kom bibûn nerazîbûn nîşan dabûn. Rayedarên BDP'ê jî çûbûn nexweşxaneyê û nerazîbûn nîşan dabûn.

Cenazeyên herdu welatiyan duh êvarê anîn bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê. Li vir doxtoran cenaze kontrol kirin û derket holê ku li dijî cenazeyan hovîtiyek hatiye kirin. Di kontrolê de hat dîtin wesleyên cenazeyan ên wekî gulçik û dil hatine derxistin.

Li ser vê yekê doxtor û welatiyan nerazîbûna tund nîşan dan û gotin ku ev hovîtiye û li dijî exlaq û mirovahiyê ye. Her wiha hate xwestin rayedarên Tirkiyê derbarê mijarê de agahiyên zelal bidin û ji saziyên navnetewî jî hate xwestin ku nerazîbûnê nîşan bidin û li hemberî pêkanîna ku li nexweşxaneyê hatiye kirin helwestê nîşan bidin.