Tirkiyeyê komek çeteyên Sûriyeyê veguhestiye Azerbaycanê

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku dewleta Tirk komek nû ya kirêgirtiyên Sûriyeyê veguhestiye Azerbaycanê da ku beşdarî şerê li dijî Ermenistanê ya li herêma Artsakhê bibe.

Çavdêriya Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiyê zêdeyî 400 kirêgirtî ji tabûrên "Sultan Murad" û "Hamza" veguhestine û bi vî rengî ji destpêka şerê li dijî parêzgeha Artsakhê ya Ermenistanê, hejmara kirêgirtiyên Sûriyeyê ku ji hêla dewleta Tirk ve ji bo Azerbaycanê hatibûn veguhestin gihîşt 2050 kesî..

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan kuştina 134 kirêgirtiyên Sûriyeyê di şerên berdewam yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li herêma Artsakhê belge kir û diyar kir ku cenazeyên 92 ji wan ji bo Sûriyê hatine veguhestin.