Leşkerên Elmanya plan dikin ku xwe ji Încîrlîkê vekişînin

Daxwaza komeke parlamenterên Elman a ji bo serdana baregeha Încîrlîkê careke din ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate redkirin. Tê plankirin ku leşkerên artêşa Elman xwe ji Încîrlîkê vekişînin.

Di navbera hikumeta Federal a Elman û rejîma AKP'ê de krîzeke nû li ber derî ye. Ajansa Nûçeyan a Elman DPA ragihand, komek ji parlamenterên endamê Komîsyona Parastina Federal xwestin serdana baregeha Încîrlîkê bike, lê belê Enqereyê careke din ev daxwaz red kiriye.

DPA'yê agahiyên nûçeya xwe spart Komîsyona Parastina Feeral û diyar kir, Tirkiyeyê biryara redkirinê bi awayekî fermî ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel re ragihandiye.

Tê gotin, ku artêşa Elman plan dike xwe ji Încîrlîkê vekişîne, balafirên xwe yên Tornado û leşkerên xwe li Urdun an jî Qibrisê bi cih bike. Tê payîn yek ji van her du alternatîfan di rojên pêş de zelal bibe.

Piştî ku Meclîsa Federal a Elmanyayê di 2'ê Hezîrana 2016'an de Qirkirina Ermeniyan qebûl kir, hikumeta AKP'ê weke nerazîbûna li vê yekê biryara astengkirina serdanê da.

Li baregeha Încîrlîkê, leşkerên Elman bi balafirên keşfê yên bi tîpa Tornado destekê dide koalîsyona li dijî DAIŞ'ê. Niha bi qasî 260 leşkerên Elman li vê baregehê ne.