Tirkiye ya bê exlaq, dersa exlaq dide hinek welatan

Xwe bi demokrasiyê nav dide û bi deh hezaran kesî digire. Di mijara azadiya derbirînê de di rêza ewil de ye. Qala koçberan dike, rehîn digire û dike amûra jantajê. Bi dagirkeriyê sûcdar dike, dagir dike û qetil dike. Çeka wê ya nû vîrûs e.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî vîrûsa Koronayê bi alîkarîkirina welatên din pesnê xwe dide, li gel vê xwe ji çavberdayîna pereyên di berîka welatiyên xwe de jî gav bi şûn ve navêje. Heman Tirkiye ya ku ‘dersa mirovahiyê’ dide, li dijî Kurdan bê navber bombe dike, qûtkirina elektirîk û avê weke ‘rûmeta mîllî’ bi nav dike.

Rejîma Enqere ya dizî, nelirêtî û talan hovan nebes e, ji bo qûrîşê dawî yên di berîka welatiyan de bi dize zend û bend badane, di demê vîrûsa koronayê de bi propagandaya dike wer difikire ku derve weke ‘alîkariya mirovî’ dizane. Lê her kes her tiştî dibîne.

Çapemeniya girêdayî rejîma Erdogan di nava hefteyê de Fransa bi destdanîna ser 2 milyon maske yên ji bo Îtalya û Spanay jî di nav de, bi giştî dest daniye ser 4 milyon maske, sûcdar kir. Ev bûyer tenê aliyeke wê îfade dike, lê rastî cuda ye.

Kovara Le Poînt diyar kir ku rejîma Tirk Fransa bi egoîzmê ve sûcdar dike, li pişt perdeyê çi heye dît. Jixwe Tirkiyeya Erdogan blokekirina hinardeya maskeyan dewam dikir.

Kovar wiha dibêje: “Tê bîra we, berî mehekê weke bê dawîtiyekê bû. Recep Tayyîp Erdogan koçber û penaberên li Tirkiyeyê neçar kiribû ku berê wan bide Ewropayê, ji bo koçberan baştir veguhêzin ser sînora ji amadekirina otobûsan jî gav bi şûn ve neavêtibû…. Îro jî koçber ji ber vîrûs Korona ya berbelav dibin li kampên ne bi tendurist tenduristiya wan têk diçe û Tirkiye dîplomasiya şidet didomîne. Krîzê neçar dike, rêbaz tê guhertin, lê niyet ber hewa diçin. Fransa bi domdarî di navendîbûna ramanê sabit ê Serokkomarê Tirk de dewam dike.

Le Poînt got: “Rejîma Tirk a çend mehan bêdeng ma, propagandakarên Fransî dizanin ji nû ve ketiye xizmetê.” bal kişand ser nûçeya Anadolû Ajansi ya Fraqnsa dest daniye ser 4 milyon maskeyan.

Di nûçeya ajansa Tirk de balê dikişîne ser piştevaniya ne têrker a Fransa ya di bin sêwana YE’yê de. Dîsa di heman nûçeyê de qala pesindayîna Tirkiye ya bê ka çawa maske û amûrên paqijiyê ji bo Îtalya û Spanyayê şandiye.

Baş e li Tirkiyeyê rewş çiye? Le Poînt bal kişand ser tesbîta Rêxistina Rojnamegerî ya Sînor Nenas a li gel vîrûsa Koronayê azadiya çapemeniyê jî paş ketiye.

Le Poînt got: “Bê şik û guman ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyeyê, dem nedîtiye ku qala Tirkiye ya ku hilberîna amûrên tenduristiyê ye ji 4’ê Adarê û vir ve hinardekirina berhemên tenduristiyê bloke kiriye.”