Tirkiye, TIR’a ji Danîmarka bi rê ket asteng kir
TIR’a alîkariyê ya ji bo Rojava ji Danîmarkayê ket rê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat astengkirin.
TIR’a alîkariyê ya ji bo Rojava ji Danîmarkayê ket rê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat astengkirin.
TIR’a alîkariyê ya ji bo Rojava ji Danîmarkayê ket rê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat astengkirin.
TIR’ek Danîmarkayê ya kelûpelên alîkariyê yên ji bo Rojava hatin komkirin têde, ji ber di deriyê gumrikê yê Bulgaristanê Tirkiyeyê destûr neda derbas bibe neçar ma vegere Danîmarkayê. Alîkarî ji betanî, cil û berg û hwd. ên di çarçoveya kampanyaya ji aliyê Komeleya Kobané Støttefond, endamê Meclîsa Şaredariya Furesø Celal Denîz Kiliç ve hatibû destpêkirin pêk dihat.
Kiliç ê têkildarî mijarê daxuyanî da got, "Rayedarên Tirkiyeyê bi hincetên cur bi cur di destûrnedayînaTIR’ê de israr kirin.
Berpirsyarên kampanyayê diyar kirin ku ji bo kelûpelên hatine komkirin bigihêjin cihê xwe û saziyên navneteweyî bixin dewrê.
WEZARETÊ AGAHÎ WERGIRT
Wezareta Karên Hundir a Danîmarkayê têkildarî helwesta rayedarên Tirk xwe gihand Komeleya Kobanê' Støttefond û der barê wê çawa bibin alîkar de agahî wergirt.