Tirkiye ji ber ‘Birêz Ocalan’ 59 hezar Euro dide!

Tirkiye ji ber ‘Birêz Ocalan’ 59 hezar Euro dide!

DMME’yê ku serlêdana 19 dozdarên ku ji ber di nameyek nivîsandine de gotina “Birêz Ocalan” bikaranîne ceza girtibûn, nîqaşkir û biryar da ku Tirkiyeyê madeya azadiya fikir ya Hevpeymaniya Mafê Mirovan binpêkiriye. Li gorî biryarê Tirkiye pêwîste weke tezmînata aborî û manewî serê yek yek kesê 3140 Euro bide û bigiştî 59 hezar 660 Euro pere bide.

Roja 18’ê Tîrmeha 2008’ê ji bo 18 kesên ku di daxwaznameyên xwe de ên ji Dozgeriya Komarê ya Xelfetiyê re şandî gotibûn “Ez jî dibêjim Birêz Abdullah Ocalan û xwe îxbar dikim”, li gorî madeyên 53 û 215 ên Qanûna Ceza a Tirk hatibûn cezakirin û avêtibûn girtîgehê. Kesên mijara gotinê 2 meh û 15 rojan hatibû zindankirin.

Dozdarên ku doz di sala 2009’an de birin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) dabûn diyarkirin ku, gotin “birêz” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî gotin, di çarçoveya azadiya fikir ya Hevpeymaniya Mafê Mirovan ya Ewropayê bikaranîne û giliyê Tirkiyeyê kiribûn.

Hikumeta Tirk jî îdiakiribû ku, li Tirkiyeyê Ocalan tê wateya PKK û PKK jî weke “rêxistinek ya terorê” tê dîtin û parastibû ku, “ji bo Ocalan peyvên pesindayînê bikaranîn, tê wateya pesindayîna çalakî û sûcên wî.”

DMME: AZADIYA FIKIR HATIYE TENGKIRIN

Lê belê DMME’yê parastina Tirkiyeyê têr nedît û bihemû dengan ev biryar hate girtin: “Di daxwaznameyên ku dozdaran dayî de çi tundî û propaganda rêxistinên terorê tuneye, her wiha gefekî ku lezgîn û vekirî xuya nake ku hikumeta Tirk azadiya fikir ya dozdaran teng bike.”

DMME’yê balkişande ser ku, cezayê ku Tirkiyeyê li dozdaran biriye li gorî madeya 10’mîn ya azadiya fikir ya Hevpeymaniya Mafê Mirovan ya Ewropayê têxe garantiyê, binpê dike û Enqere mehkûm kir. . Li gorî biryarê Tirkiye pêwîste weke tezmînata aborî û manewî serê yek yek kesê 3140 Euro bide û bigiştî 59 hezar 660 Euro pere bide û her wiha jî pêwîste Tirkiye mezaxtinên dadgehê jî bide.