Tirkiye dixwaze vala bike, welatiyên Kobanê li ber xwe didin

Tirkiye dixwaze vala bike, welatiyên Kobanê li ber xwe didin

Rayedarên dewleta Tirk ku di her kêliyê de gotina “li Kobanê sivîl nema” bilêv dikin, li ser sînor zextên giran li welatiyên Kobanê dikin. Heyeta ku ji Walîtiya Rihayê û Qaymeqamiya Pirsûsê pek tê hatin sînorê gundê Boydê-Tîl Şeîrê ji bo ku welatiyên Kobanê wesayît û eşyayên xwe bihêlin û sînor derbas bikin israr kirin. Welatiyên ku ev qebûl nekirin bi bombeyên gazê re rû bi rû man. Leşkeran gelek welatî derb kirin û piştre çapemeniya alîgirê xwe li dora xwe civandin, zarokek xistin hembêza xwe û wêneyên xwe dan kişandin.

Zextên li welatiyên Kobanê yên li xeta sînor in bi dawî nabin. Tirkiye ji destpêkê heta niha ji bo valakirina Kobanê gotina “li Kobanê sivîl nema” her tim bi kar tîne û dixwaze vê argumanê xurt bike vê carê jî berê xwe da welatiyên li xeta sînor dimînin. Rayedarên tirk, li rojavayê Kobanê li nêzî gundê Tîl Şeîrê dimînin li dijî welatiyan pêkûtiyan dikin. Tirkiyeyê berê gelek caran êrîşî welatiyên sivîl ên li ser sînor kirin duh jî heyeteke ji Walîtiya Riha û Qaymeqamiya Pirsûsê şandin cem welatiyên li ser sînor û xwestin hemû eşyayên xwe û wesayîtên xwe berdin û derbas bibin. Ji ber ku gel ev ferzkirin qebûl nekir vê carê jî rastê êrîşa bi bombeyên gazê hatin. Di êrîşê de gelek welatî birîndar bûn û leşkeran bi gotina “hûm heywan in, ne mirov in” heqeret li gel kirin. Di vê navberê re leşkerekî bi paye yê paşnavê wî “Mîrza” ye gef li rojnamevanan ku li aliyê Kobanê dîmen dikişandin xwar. Leşkeran gelek kes derb kirin û piştre jî zarokek girtin hembêza xwe ji bo çapemeniya alîgir poz dan. 

'EM DIKARIN XWE LI BIRÇÎBÛNÊ RABIGIRIN, LÊ LI ZILMÊ EM XWE RANAGIRIN'

Bombeyên gazê bandor li ser gelek welatiyan kir û welatiyê bi navê Merwan ê ji Kobanê ye ji serê xwe birîndar bû. Piştî ku gel bersiv da êrîşa leşkeran gelek welatî ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Welatiyan diyar kirin ku heyeta hatiye li ser wan ferz kirine ku eşya û wesayîtên xwe berdin û derbasî aliyê Pirsûsê bibin lê ew ê vê yekê qebûl nikin. Welatiyê bi navê Osman Şukru anî ziman ku leşker di rojên dawî de ji bo herêmê biterikînin gefên xwe zêde kirine lê we naxwazin axa xwe berdin. Şukru ev tişt anî ziman: “Duh hatin vir. Ji me re gotin wesayît û eşyayên xwe bihêlin û derbas bibin. Îro jî hatin b ime re çend wêne kişandin û çûn. Piştre leşkeran bombeyên gazê avêtin, êrîşî me kirin, gule berdan. Em naxwazin ji vir biçin. Em naxwazin ji axa xwe derkevin. Em ê xwe li tîbûn û birçîbûnê rabigirin, lê li zilmê na.”

'TIRKIYE Û DAIŞ'Ê EŞYAYÊN ME DI NAVA XWE DE PARVE KIRIN'

Welatiyê bi navê Ebû Elî jî bi gotina “Em li vir di bin dorpêça dewleta tirk de ne “ dest bi axaftina xwe kir anî ziman ku her tiştên wan leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ’ê di navbera xwe de parvekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “êvaran gule berdidin me û dibêjin DAIŞ’ê berda. Dixwazin em ji vir derkevin. Dibêjin wesayîtên xwe bihêlin û biçin. Hemû eşya û wesayîtên me Tirkiye û DAIŞ’ê parve kir. Nîvî dewleta Tirkiyeyê bir nivî jî DAIŞ’ê. Li vir YPG li me dinêre. Wesayîtên me bi destên dizên xwe ve didin dizîn. Li vir sewayên me ji ber tîbûnî telef bûn. Heta dilopeke xwîna me hebe em dev ji welatê xwe bernadin.”

'DIXWAZIN KOBANÊ VALA BIKIN'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Şêx Midemmed jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Kobanê bide valakirin û ji bo vê yekê jî zextê li wan dike. Mihemmed destnîşan kir ku ew ji ber zilmê reviyane hatine lê li vir jî bi zilma leşkerên tirk ve rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Ev gel ji ber zilmê hate vir. Li vir pêdiviyên me çêdibin. Ji ber bicih anîna van pêdiviyan dema em dixwazin derbas bibin yan jî tiştek ji me re tê leşker êrîş dikin.” Mihemmed bilêv kir ku di şert û mercên zehmet de dijîn û alîkariyên ku tên ji aliyê leşkerên tirk ve tê astengkirin û wiha got: “Zivistan tê, rewşa me pir xirab e. Cihê em lê bimînin nîn e. Em dikevin bin wesayîtan. Xwarin vexwarin tine ye. Bawer bikin hinek ji me ev 15-20 roj in xwarineke germ nexwarine. Alîkariyên ku dostên me dişînin jî ji aliyê leşkerên tirk ve tên astengkirin û destûrê nadin.”

Dema hin malbatên ku nexweşên wan hebûn û derbas bûn leşker heqeret li gelek kesan kir û derb kir. Leşkeran piştre yek-du zarok girtin hembêza xwe û ji bo çapemeniya 100 metre li pişt wan bûn poz dan. Leşkerên ku poz didin çapemeniya alîgir, rojnamevanên ku li aliyê Kobanê ne jî tehdît kirin. Leşkerekî bi paye ya paşnavê wî “Mîrza” ye xebatkarên çapemeniyê yên li aliyê Kobanê ne bi girtinê tehdît kir û gefên “ez teblîxî te dikim, ev der herêma qedexe ya leşkerî ye, dîmenan dikişînî ji ber vê yekê jî sûc dikî ji bo vê ez ê te bigirim” li rojnamevanan xwar.