Tirkiye dixwaze çi bike?
Tişta ku ji 25'ê Nîsanê ve xuya dike ev e; DYE ji hêla dîplomasiyê ve bersivê nade provakasyona Tirkiyê, di rêbazên bikaranîna dîplomasiyê de Tirkiyê ji xwe re muxatab nagire û artêşa xwe li Rojava kiriye muxatabê Tirkiyê.
Tişta ku ji 25'ê Nîsanê ve xuya dike ev e; DYE ji hêla dîplomasiyê ve bersivê nade provakasyona Tirkiyê, di rêbazên bikaranîna dîplomasiyê de Tirkiyê ji xwe re muxatab nagire û artêşa xwe li Rojava kiriye muxatabê Tirkiyê.
Rêveberiya Trûmp ji hêlekê ve dixwaze rêbaza rêveberiya Obama bi kar bîne; çawa ku rêveberiya Obama li dijî Esad Siûd, Katar, Tirkiyê, PDK'ê da bikaranîn û xwest ku pê Esad têk bibe; niha jî rêveberiya Trûmp jî li dijî Îranê dixwaze bi pêşengiya Siûd, Katar, Tirkiyê û PDK'ê mudaheleyî rejîma Îranê bike. Tirkiye ji bo ku vê peywira xwe bi cih bîne dixwaze ku li Rojava Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) dev ji destekdayina YPG (QSD) biqere û li Rojava rêveberiyeke li gorî berjewendiya Tirkiyê ava bibe. Her wiha PDK jî çawa ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve li pey tezên Tirkiyê ye, niha jî PDK di qada netewî û navnetewî de jî li pey pêkhatina tezên Tirkiyê ye.
Lê rêbaza rêveberiya Obama a ji bo hilweşandina Esad bi ser neket. Siûd-Katar-Tirk-PDK'ê bi rêxistinên cîhadîst ên terorîst xwestin ku Esad birûxînin. Her ku Esad qels bû; terorîzemeke ji dîktatoriya Esad xirabtir li Sûriyê geş bû û êdî piştî demekê rêveberiya Obama neçar ma ku rêbaza têkbirina Esad biguherîne, dev ji polîtîkaya têkbirina Esad a destpêkê biqere û li dijî rêxistinên cîhadîst şer bike.
Tirkiye û DYE heta demekê li ser rêbaza pêşî ya têkbirina Esad man. Lê piştî ku DYE rêbaza têkbirina Esad guherand di navbera Tirkiyê û DYE'yê de problem derketin. Tirkiye li pey plana pêşî ya têkbirina Esad ma. Ji ber ku ev plan bêhtir di berjewendiya Tirkiyê de bû. Li gorî vê planê bandora Tirkiyê wê di rêveberiya nû ya Sûrî de û Rojava de xurtir bûya. Lê ji bo ku di plana nû ya têkbirina Esad de Tirkiyê ti berjwendiya xwe nedîtin polîtîkayên Tirkiyê û DYE'yê hatin pêşberî hev. Ji wê demê û heta niha jî berjewendiyên polîtîk ên DYE-Tirkiyê dijberî hev in û destê Tirkiyê li herêmê qels bûye.
Bi plana têkbirina rejîma Îranê re Tirkiye dixwaze dîsa polîtîkayên xwe yên di herêmê de xurt bike. Ango ji DYE'yê re dixwaze bibêje;''Baş e, ez amade me ku di plana têkbirina rejîma Îranê de hevalbendiyê bi te re bikim lê hin daxwazên min hene.''
Êrîşa 25'ê Nîsanê ya li ser Şengalê û Rojava mirov di nav vê çarçoweyê de binirxîne wê ne şaş be. Tirkiye bi vê êrîşa xwe ji DYE'yê re dibêje; ''An tu yê şertên min ên li ser Rojava-Sûriyê qebûl bikî an jî ez bi te re li dijî Îranê kar nakim.'' Ango Tirkiye ji DYE'yê re dibêje,''Heke li Rojava-Sûriyê weke dilê min çênebe em dikarin werin pêşberî hev û rewşeke wiha jî wê hevkariya pêkan a li dijî Îranê têk bibe û planên te yên li Rojhilata Navîn wê bi hêsanî pêk neyên û tu yê bi ser nekevî. Ji bo vê jî, ji bo ku tu li Îranê, li Rojhilata Navîn bi ser bikevî divê ez jî bi ser bikevim; ango di mijara Kurdan de divê tu tezên min qebûl bikî, an na ew hêz û potansîyela min heye ku bikarim tevdanê bikim.''
Wiha xuya dike êrîşên 25'ê Nîsanê bi rengên cuda wê berdewam bikin. Her wiha PDK jî ji bo tezên Tirkiyê pêk werin dibe ku mîsyona ku Tirkiyê daye ji niha û pê de jî bi rengên cuda pêk bîne.
Bersiva DYE'yê ya ji bo vê şantaja Tirkiyê wê çi be nayê zanîn. Lê zehmet xuya dibe ku DYE li ser Rojava-Sûriyê tezên Tirkiyê qebûl bike. Ji ber ku heke DYE li Rojava/Sûriyê tezên Tirkiyê qebûl bike ev tê maneya kûrbûna kaosa li Rojhilata Navîn. Belavbûna şer a li qadeke berfireh û domdirêj û rewşeke wiha li berjewendiyên DYE'yê nayê ku dixwaze di nêzîktirîn demê de li Rojava DAIŞ'ê têk bibe.
Ango daxwazên Tirkiyê ji ber ku li berjewendiyên DYE'yê yên demkurt û demdirêj nayên ne daxwazên reel in. Lê DYE jî heta ku Tirkiyê li dijî Îranê bîne rewşa şer û Tirkiyê di şerê dijî Îranê yê pêkan de qanih bike dibe ku çavê xwe ji hin aliyan ve jê re bigire. DYE heta ku Tirkiye hin gavên ku berjewendiyên DYE'yê nexe talokeyê wê ji çav dernexîne. Potansiyela ku Tirkiye gavên ku berjewendiyê DYE'yê bixe talokeyê bavêje helbet heye. Ji ber ku piranî caran gavên rêveberiya Tirkiyê ne gavên reel in. Gavên Tirkiyê li rasteqiniya dînamîka navxweyî ya Tirkiyê, li rasteqiniya dînamîka rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li berjewendiya DYE'yê û Ewropayê nayên.
Beriya hevdîtina bi Trûmp re ku tê payin di meha Gulanê de pêk were dibe ku Tirkiye li dijî Rojava û Şengalê gavên dî yên provakatîf bavêje.
Li gorî asta provakasyonê wê helwesta DYE'yê çi be nayê zanîn. Lê tişta ku ji 25'ê Nîsanê ve xuya dike ev e; DYE ji hêla dîplomasiyê ve bersivê nade provakasyona Tirkiyê, di rêbazên bikaranîna dîplomasiyê de Tirkiyê ji xwe re muxatab nagire û artêşa xwe li Rojava kiriye muxatabê Tirkiyê. Ango DYE vê ji Tirkiyê re dibêje; 'Tişta ku ji te were texsîr neke, muxatabê te artêşa min e''
Li gorî rewşa berdest di meha Gulanê de dibe ku tiştên ku qet nayên payin jî di navbera Tirkiyê û DYE'yê de biqewimin.