‘Tirkiye di bazirganiya mirovan de welatê transît e’

‘Tirkiye di bazirganiya mirovan de welatê transît e’

Wezareta Karên Derve ya DYA di rapora 2013 a bazirganiya mirovan de Tirkiye wek welatê transît bi nav kir.

DYA di rapora beşa Tirkiyeyê de wiha behsa Tirkiyeyê dike “Welatê transît ê jin, mêr û zarok bi armanca bazirganiya seksê û bêyî rizaya wan bi armanca kar lê tên komkirin û ji wir jî dibin hin cihên din.” DYA hikûmeta AKP’ê  di asta kategoriya welatên di “refê duyemîn” ên li gorî qanûna têkoşîna bi bazirganiya der-qanûnî ya mirovan tevnegarin, lê bele ji bo li gorî wê tevbigerin di nav hewldanan de ne  girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku bajar û wargehên mirovên ji Sûriyeyê lê dimînin ji bo bazirganiya mirovan di rewşeke hessas de ne.

Di raporê de her wiha tê gotin ku jinên biyanî yên ji bo paqijiyê yan jî  li zarokan binêrin tînin Tirkiyeyê hema çawa tên nayên tacîrên mirovan dest datînin ser pasaportên wan, di otel, dîsko û malan de bi darê zorê sewqî fuhûşê dikin û ji bo vê jî rêbazên zexta derûnî, gef û deyndarkirinê bi kar tînin.