Gregor Gysî ku demeke dirêj li Elmanyayê serokê Partiya Çep bû xwest, hemû leşkerên Elman ên li Tirkiyeyê wezîfedar in, bên vekişandin. Gysî ragihand, artêşa Elman a li Tirkiyeyê, agahiyên ji qada hewayî ya Sûriyeyê bi dest dixe, ji NATO'ê re radigihîne û got, "Artêşa Tirk jî van agahiyan bi kar tîne û bombeyan li ser Kurdan dibarîne."
Krîza ji ber redkirina serdana parlamenterên Elman ji bo leşkerên Elman ên li Încîrlîkê, dewam dike. Partiyên mûxalefeta Elman dixwazin, leşkerên li Baregeha Încîrlîkê ne, derhal bên vekişandin.
Gregor Gysî ku demeke dirêj serokatî ji Partiya Çep re kir, tevlî vê nîqaşê bû û xwest, hemû leşkerên Elman ên di bin sîwana NATO'yê de li Tirkiyeyê wezîfeyê dikin, werin vekişandin. Gysî, der barê mijarê de vîdeoyek li ser malpera xwe ya Facebookê weşand û rexneyên tund li polîtîkay Elmanya ya li ser Tirkiye û Kurdan kir.
'ELMANYA BI RENGEKÎ NEYEKSER ALÎKARIYÊ DIDE KOMKUJIYA KURDAN'
Di dîmenê navborî de, ku di demeke kurt de nîv mîlyon kesî lê temaşe kir, Gysî got, "Artêşa Elman a li Tirkiyeyê wezîfedar e, bi çek û alavên xwe yên leşkerî, qada hewayî ya Sûriyeyê dişopîne û agahiyên bi dest dixe dişîne ji NATO'yê re. Ev agahî ji aliyê DYA, welatên din ên NATO'yê û di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn."
Gysî destnîşan kir, ku Tirkiye bi rêya van agahiyan bombeyan li Kurdên li Sûriyeyê dibarîne û wiha dewam kir: "Lê belê heman Kurd ji bejahî ve li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Eger rewş bi vî rengî ye, wê demê Tirkiye bi dayîna berê çekên xwe li Kurdan, di heman demê de çekê li DYA dikişîne. Lê di her şert û mercî de leşkerên me bi rengekî neyekser dibe alîkar ji kuştina Kurdan re."
Siyasetmedarê Elman di dewama axaftina xwe de ev pirs li hikumeta federal kir:
"Gelo dikarim vê bipirsim; Hûn li aliyê Kurdên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin e, ya jî li aliyê Tirkiyeyê ne ku li dijî Kurdan şer dike? Ez, bêaqiliya giştî ya di vir de datînim aliyekî û vê dibêjim; Li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji aliyê leşkerî ve ti karekî me nîne. Ji ber vê yekê divê em leşkerên xwe û çekên xwe yên li Tirkiyeyê tavikê vekişînin."
HIKUMETA MERKEL ÇERX KIR
Di vê navberê de pêşniyarnameya partiyên mûxalefetê yên li meclîsa federal a li ser vekişîna leşkerên Elman ji Încîrlîkê, duh êvarê li parlamentê hate nîqaşkirin. Li ser pêşniyarnameya Partiya Keskan û Partiya Çep, ji eniya hikumetê daxuyaniyên nakok hatin dayîn. parlamenterê CDU Roerîch Kîesewetter ku li ser navê hikumeta federal a bi serokatiya Merkel axivî wiha got: "Astengkirina serdana parlamenterên Elman li Încîrlîkê, rewşeke bê qebûlkirin nîne. Ez li dij im ku leşker ji Încîrlîkê werin vekişandin. Vekişandina leşkeran bi rengekî yekalî û yekser, li berjewendiyên Ewropayê û Elmanya nayê. Vekişandina leşkeran dibe ku hin encaman bi xwe re bîne. Dibe ku ev yek Tirkiyeye îzole bike û veguhere meselek navbera Tirkiye û Elmanyayê."
Kîesewetter anî ziman, ku divê mijar li qada dîplomatîk li NATO'yê bê nirxandin û got, "Ya girîng ew e ku leşker bi rengekî baş bên birevebirin û berpirsyarê artêşê yê nava hikumetê serdana leşkeran bike. Pêwîste ev mijar bi rengekî asayî li Komîsyona Parastinê bê nîqaşkirin."
Lê belê wekîlên Partiya Çep û Partiya Keskan dan xuyakirin, ku divê pêşnûmebiryar were qebûlkirin û leşker bên vekişandin. Piştî nîqaşan dengdan li ser pêşnûmeyê hate kirin û li hemberî dengê dijber ê Partiyên Çep û Keskan, bi dengên parlamenterên SPD û CDU/CSU pêşnûme sewqî Komîsyona Karên Derve hate kirin.
GABRÎEL: BILA DYA BIKEVE DEWRÊ
Halbûkî Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ku li DYA danûstandinên fermî dikir, duh bi roj gotibû, eger ji ber krîza Încîrlîkê vekişîn ji Tirkiyeyê çêbibe, wê ev yek ne tenê ji bo leşkerên li Încîrlîkê wezîfedar be.
Gabrîel di dema serdana DYA de ku bi hempîşeyê xwe Rex Tîllerson re rûnişt, ji bo destûra serdana leşkerên Elman ên li Încîrlîkê were dayîn xwest, Amerîka bikeve dewrê û banga "Bila DYA Tirkiyeyê îqna bike" kir.