Tirkiye 9'emîn welatê herî metirsîdar ê dinyayê ye

Di encama hevdîtina bi deh hezaran penaberan re 20 welatên herî metirsîdar ên dinyayê hatin tespîtkirin. Tirkiye di rêza 9'emîn de ye.

Saziya InterNations bi 20 hezar kesên ji her neteweyê re hevdîtin kir. Kesên bi wan re hate axaftin penaberên ji ber sedemên cuda ne.

Di encama lêkolînê de lîsteya "Expat Indider 2019'an" hate amadekirin.

Lêkolîn li ser 64 welatan hate kirin û sê pîvanên 'ewlekariya şexsî, aramî û aramiya siyasî ya welatê lê ye' hatin nirxandin.

Di nava 20 welatên metirsîdar de Tirkiye di rêza 9'emîn de ye. Li pêşiya Tirkiyeyê Ûkrayna û Kenya, li pişt wê jî Kolombiya û Meksîka hene.