The Economist: Pêvajo bi leza kîso dimeşe
The Economist: Pêvajo bi leza kîso dimeşe
The Economist: Pêvajo bi leza kîso dimeşe
Kovara The Economist a heftane li Îngilîstanê tê weşandin di şîroveke xwe de destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê "bi leza kîso" dimeşe.
Kovara The Economist, di hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da şîroveke li ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Di nivîsa ji Amed-Riha'yê de hat ragihandin ku piştî daxuyaniya KCK'ê ya 9'ê Îlonê ya "rawestandina vekişîna gerîla" û daxuyaniyên Erdogan ên digot, "heta tevahiya gerîla vekişin dê gav neyên avêtin", PKK li benda "nîşaneke" hikûmetê ye.
Kovarê diyar kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk "bi leza kîso" dimeşe û kar û berpirsyariyên Hikûmeta AKP'ê yên pêwîste di vê pêvajoyê de bicih bîne, rêz kir.
Di vê mijarê de kovarê got, "Ji bo mafê perwerdeya Kurdî, di destûra bingehîn de dikare guhertinên zirav bên kirin, maddeyên qanûna ceza ya der barê têkoşîna li dijî terorê de ku ji ber vê bi hezaran Kurd bê bingeh û sedem hatine girtin, werin guhertin. Û ji bo ketina meclîsê, benda hilbijartinê dikare daxîne binê ji sedî 10'an."
Kovarê serî li nêrînên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî da û cih da vê gotina Elçî, "Ji rojavayê Tirkiyê heta rojhilatê wê Kurd dikarin werin hilbijartin, di hikûmetên koalîsyonê de dikare deshilatdarî were parvekirin. Ev yek dikare yekitiyê xurtir bike."
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku piştgiriya hikûmeta AKP'ê ya ji bo çeteyên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin, bawerî qels kiriye û hat gotin, "Kurd dibînin ku AKP di têkiliya xwe ya bi dotmam û pismamên xwe yên li bakurrojhilatê Sûriyê re durûtiyê dike."
Kovar di şîroveya xwe de radigihîne ku bi êrîşa li dijî protestoyên Parka Gezî û kuştina pênc mirovan di van bûyeran de, îmaja hikûmetê hejandiye û destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî yên di Adara 2014'an de bên kirin, ji bo hikûmetê weke referandûmê tê dîtin.