TGS’ê li himberî şîdeta polîsan baret li Rojnamevanan belav kir
TGS’ê li himberî şîdeta polîsan baret li Rojnamevanan belav kir
TGS’ê li himberî şîdeta polîsan baret li Rojnamevanan belav kir
Şaxê TGS ( Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye) a Stenbolê jibo protesto kirina şîdeta polîsan a li himberî rojnamevanan şermezar bike, li meydana taksîmê baret li rojnamevanan belavkirin.
Serokê sendikaya Ronamevanên Tirkiye Ugur Gûç li meydana Taksîmê a ku ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye dorpêçkirin, jibo şîdeta polîsan a lihimberî rojnamevanan şermezar bike, xwest baret li rojnamevanan belav bike. Rastî astengiya polîsan hat. Gûç diyar kir ku, gelek rojnamevan liser kar ji aliyê polîsan ve rastî êrîş û şîdetê hatine.
Gûç diyar kir ku di 29’ê Kanûnê de di pevçûnên dinavbera çalakvan û polîsan de gelek rojnamevanên ku liser kar bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Di dawîde jî Gûç got: “ ji bo hevalên me xwe lihimberî van êrîşane biparêzin em baretan belav dikin.” TGS’ê baretên ku liser nivîsandibûn “Press” û “TGS” li rojnamevanên li meydana Taksîmê bûn belav kir.