TGC’ê xelat da rojnamevanên Kurd ên girtî

Di meresîma Xelatên Azadiya Çapemeniyê ya TGC’ê de di “beşê kes” de 16 rojnamevanên Kurd ên girtî hatin xelatkirin.

Xelatên Çapemeniya Azad ên ji sala 1989’an de ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) ve tên dayîn, 22’yê Tîrmehê li Muzexaneya Çapemeniyê ya TGC’ê hatin dayîn. Rojnamevanên Kurd Abdûrahman Oncu, Azîz Orûç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Lezgîn Akdenîz, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Sûat Dogûhan û Zeynel Abîdîn Bûlût ên 16’ê Hezîranê hatin girtin, di beşa ‘Kes’ de liyaqê xelatê hatin dîtin.

Nûnerê TGC’ê yê Amedê Farûk Balikçi yê di meresimê xelat teslîm girt, da rêvebirek ji rêvebirên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Hakkî Boltan.

Balikçi yê xelat da, got ku xelata TGC bi armanca bi piştevaniyê dide giring e û wiha axivî: “ Bi ya me, girtina rojnamevanan, derbeyek e li azadiya fikir û derbirînê. Em van rojnamevanan pîroz dikin ku tevî girtinê bêyî tirs rojnamevaniyê dewam dikin.

Boltanê xelat girt jî ev tişt anîn ziman: “Ez bi girtina xelatê li ser navê hevalên xwe şanaz im. Ji bo vê xelatê mala TGC’ê ava be.”