Li gorî rapora Bankeya Lêkolînên Pêşveçûnên Cîhanê li Iraqê hejmareke zêde yê xizan û hejaran heye. Bankeyê diyar kir ku li gel firotina petrolê ya zêde jî hikûmeta Iraqê ji wan 900 milyon dolar deyn pere xwestiye.
Tê texmin kirin ku di sala 2013'an de Iraq ji petrolê 119 milyar Dolar pere qezenç bike. Ev hejmar di sala 2012'an de nêzî 100 milyon dolar bû. Lê belê tevî vê pereyê zêde li tevahiya Iraqê hê 8 milyon mirov di nava xizaniyê dijin. Ev yek ji aliyê Bankeya Lêkolînên Pêşveçûnên Cîhanê bi aweyekî tund hate rexne kirin.
Saziya navnetewî herwiha dibêje ku li gel vê dewlemendiyê hikûmeta Bexdayê nekarî ku kêşeyên hemwelatiyan çareser bike û derfetên kar ava bike. Li gel vê rewşê hikûmeta Iraqê plan dike ji bo sala were ji bo pêşdebirina welêt tenê 30 milyon dolar xerç bike.